Herçî mûz in, li dinyayê gelekî tên serfkirin. 100 milyar mûz salane tên xwarin li dinyayê, qederê 40-45 milyon ton mûz in ev. Ji vê %12 jî qaşûlê mûzê ye. Ev qaşûlê mûzê jî xelk dixwe û diavêje, lê diyar e neyê avêtin bêhtir bi kêr tê. Lewma qaşûla mûzê hema hema bi qasî mêweya wê bi xwe bi fêde ye, heta belkî bêhtir jî bi kêr tê. Me ji van 1 xêr û bêrên wê berhevkirin:
1. Li pirzikên rû bixin
Heger hûn li rêyeke erzan a dermankirina pirzikên rûyan ên ciwaniyê digerin, ya herê baş qaşûla mûzê ye. Lewma ew nêmgirtinê kêm dike; hundirê qaşûlê bi ser pirzikan de qenc bibin û bînin; vê yekê her roj bikin, li aliyekî nêmgirtin wê kêm bibe, li aliyê din jî wê rehetbûna çerm jî bi lez bibe.
2. Ji bo jêbirina behlûlkan
Heger di laşê we de behlûlkekê dabe der, hîç xwe nedin ber qerisandina behlûlkê ku hem diêşîne û hem jî biha ye. Hundirê qaşûla mûzê beriya hûn rakevin, bi ser behlûlka de bibin û bînin, yan jî bi ser ve band bikin. Di nava du hefteyan de hûn ê ji behlûlkê xilas bibin.
3. Jêbirina lekeyên diranan
Di nava qaşûlê mûzê de magnezyûm, magnez û potasyûm heye ku bi kêra jêbirina lekeyên diranan jî tên. Qederê du deqîqeyan hundirê qaşûlê mûzê bi diranên xwe ve bibin û bînin, paşê jî diranên xwe bi macûneke bê-florîd bişon. Di nava çend rojan de wê diranên we spîtir bibin.
4. Li dijî gira xurê qaşûlê mûzê
Çi pêşiyekê bi we ve dabe û çi jî encama alerjiyekê be, heger gireke xurê girtibe laşê we, qaşûlê mûzê dermanê we ye. Hûn hundirê qaşûlê bi cihê xurê ve bibin ew ê hem wê xura we nerm bike, hem jî êşa we aş bike, û werma cihê pêvedanê daxîne.
5. Li dijî depresyonê
Di qaşûlê mûzê de gelek tryptophan heye ku hisa rehet bûnê dide mirovî û hilberîneriyê jî zêde dike. Heger hûn qaşûlekî mûzê di nava avê de 15 deqîqeyan bikelînin û ava wê berdin qedehekê, ev çay hem xewa we rehet dike, hem jî dike ku laşê we jî xwe ji avê têr bike.
6. Ji bo dûrxistina kêzikan
Qaşûlê mûzan heger hûn hesabê du bostan di bin erdê de bi cih bikin li der dora devera ku hûn diçînin, hûn ê kêzikan bêyî dermanên kîmyewî dûr bixin. Ji bo zêdekirina tesîrê qaşûline pirteqalan jî pê re bi cih bikin.
7. Gulên xwe bi qaşûlan têr bikin
Ji ber ku qaşûlê mûzê zû ji hev de dikeve, û tê de kalsiyûm, magnezyûm û potasyûm jî heye, ew zibilekî gelekî baş e ji bo kulîlk û gulan.
8. Pêlavên xwe cîla bikin
Potasyûma di qaşûlê mûzê de ji bo cîlakirina pêlavan û alavên ji zîv yek ji rêyên herî baş e. Nava qaşûlê qenc bi pêlavê re bibin û bînin, paşê jî bi paçekî zuwa di ser re biçin. Ma hûn hê çi dixwazin.
9. Bi ava qaşûlên mûzan
Heger li nava mala we gul û kulîlkên nav malê hebin, heger hûn wan bi ava mûzan av bidin, ew ê bên ser xwe. Çend qaşûlên mûza di çaydanekî de bikelînin, paşê bihêlin ku ew av bi temamî bicemide û gul û kulîlklên xwe bi wan av bidin.
10. Heywanên xwe xwedî bikin
Qaşûlên xwe yên mûzan bidin heywanên mîna çêlek, kîvroşk, bizin û heta mirşîkan; qaşûlê mûzan dike ku ew kêmtir ji êmê din bixwin, û di heman demê de rehettir mezin bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN