Di encama gulabaranê de civanê 18 salî yê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 8 welatî jî birîndar bûbûn. Piştî ku Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da li Stenbolê komek ciwan li ser înternetê rêxistin kirin û ji bo li ser navê Medenî Yildirim pirtûkxane çêbikin dest bi kampanyayê kirin. Endamê kampanyaya "Ne kalekol pirtûkxane" Serhat Guney diyar kir ku ev fikir li Stenbolê ji aliyê komek ciwan ve hatiye organîzekirin û wiha got: "Ji ber ku em amedî ne bi me re têkilî danîn. Her tişt li bi riya medyaya civakî pêşket. Em 6 saetan li ser vê mijarê axivîn. Li Facebook û Twîtterê hesab hat vekirin. Me serê sibê lê nihêrî bi hezaran kes me dişopînin."

Şaredariyê erd da

Guney diyar kir ku ji bo avakirina pirtûkxaneyê li Amedê gelek saziyan re hevdîtin pêkanîn û wiha got: "Me ji sazî û şexsên ku bi wan re hevdîtin pêkanîn re got tu bendewariyeke me madî nîne. Em pere naxwazin. Me bi serokê BDP'a Licê û şaredara Licê re hevdîtin pêk anî. Ev çend roj in em ligel malbata Medenî ne. Em dixwazin êşa wan parve bikin. Şaredariya Licê ji bo çêkirina pirtûkxaneyê erd da. Kesên dilxwaz jî melzemeyên pirtûkxaneyê dan." Guney anî ziman ku dê bi awayekî kolektîf, hevpar pirtûkxaneyê çêkin.

Nivê pirtûkan Kurdî bin

Guney ji bo alîkariya pirtûkan bang li hemû kesî kir û wiha got: "Ji bo pirtûk bigihêjin pirtûkxaneyê pereyê kargoyê girîng e. Bi taybet jî ji bo xwendekarên ku bixwazin pirtûk bişînin pirsgirêk e. Em ê li her bajarekî saziyekî destnîşan bikin û kesên bixwazin pirtûk bidin dê bibin wan saziyan." Guney balkişand ser perwerdehiya Kurdî û destnîşan kir ku dê nivê pirtûkan bi Kurdî be.

Ji bo Yildirim kampanya

Mehmet Soylu bi bîrxist ku piştî mirina Medenî Yildirim kampanya dane destpêkirina û eleqeya ji bo kampanyayê her diçe zêde dibe û wiha got: "Tenê ciwanên Kurd di kampanyayê de cih nagirin, ciwanên Tirk jî cih digirin. Piştgiriyên bi vî rengî gelek caran pêşketiye. Ciwanên nifşê 68'an li ser çemê Zê Pira Ciwana ya Şoreşgerî çêkiribûn. Ji ber ku ev kampanya ji aliyê ciwanan hatiye çêkirin, pira 68'an bi bîr dixe. Ger li hember qereqolên ku li Kurdistanê tên çêkirin, mantiqê avakirina pirtukxaneyan pêş bikeve dê pir baş be."


DÎCLE MUFTUOGLU/DÎHA/AMED