Li Farqînê, qeymeqamiya dewleta Tirk Kelaha Dîrokî û Birca Zembîlfiroş qaşo restore dike, lê ya dike, texrîbkirina kelehê, kevir û kîtabeyên wê ye.

 

OZGUR PAKSOY / KADRÎ ESEN / MA / AMED

Qaymeqamiya Farqînê qaşo restore dike, lê ya rastî, xisareke mezin dide Keleha Farqînê ya ku mekanê destana dîrokî ya Kurdan Zembîlfiroş e. Ji bo restorekirinê sing di dîwarên dîrokî de hatine kutan û terkên nav kevirên dîwar jî bi xercê hatine dagirtin.

Dîroka Keleha Farqînê baş nayê zanîn û li gorî texmînan di dema Roma û Bîzansê de hatiye lêkirin. Keleh du aliyê bi sûr e, ji aliyê aliyê rojhilat ber bi rojava ve 600 metre û ji aliyê bakûr ber bi başûr ve jî 500 metre dirêj e. Keleh bi giştî bi qasî 2 kîlometre û 200 metreyî dirêj e. Her wiha 50 birc û 9 deriyên kelehê hene. Ji ber xemsariya dewleta Tirk û bi heman awayî ya xelkê navçeyê, pirraniya kelehê, birc û deriyên wê hilweşiyane. Tenê beşeke kelehê û çend birc û derî mane. Tiştên mayî jî li derdora wan avahî hatine lêkirin û xisareke mezin li wan bûye.

Zembîlfiroş

Ji ber ku li gorî baweriyê mekanê destana Zembîlfiroş birceke li aliyê bakur ê kelehê ye, di nav gel de ji vê bircê ango beşa kelehê re Birca Zembîlfiroş tê gotin. Destana Zembîlfiroş destaneke evîniyê ye û qehremanên vê destanê Xatûn û Zembîlfiroş in. Bi kurtasî Xatûn dil dikeve Zembîlfiroş û Zembîlfiroş ji ber ku tobedar e, li evîna Xatûnê venagerîne, û ji ber hezkirina bi israr a Xatûnê neçar dîmîne xwe di bircê de biavêje xwarê. Li gor hin variyantan Zembîlfiroş dimire, li gorî hinên din vediguhere kevokê, lê Xatûn her dide dûv wî. Ji ber vê jî ji bircê re Birca Zembîlfiroş tê gotin.

 

Ji Adarê ve xira dikin

Qaymeqamtiya Farqînê qaşo ji bo van avahiyên derdorê paqij bike û kelehê restore bike, di Adarê de bi hevkariya Miduriyeta Bîrdarî û Roloveyan a Amedê, xebatên restorekirinê qaşo dane destpêkirin. Têkildarî destpêkirina xebatên restorasyonê 20’ê Adara 2019’an li ser malpera Qaymeqamiya Farqînê bi ser navê “Dîroka me ronî dibe” agahî hatine parvekirin. Li gorî vê yekê xebatên restorasyonê bi 1.034.759 TL pereyê ku ji Ajansa Geşepêdanê ya Karacadagê hatiye dabînkirin, hatiye destpêkirin.

Heta niha tenê avahî xera kirine 

Di çarçoveya vê restorasyona qaşo de gihayên ku li ser Keleha Zembîlfiroş, Deriyê Qulfayê û Birca Kîtabelî şîn bûnê, wê bên paqijkirin, nivîs û boyaxên li ser dîwar û keviran wê jê bên birin, valahî û terkên di navbera keviran wê bên tijekirin, avahiyên derdorê wê bên xerakirin, fayans, seramîk û betona ku ji ber avahiyan bi dîwaran ve ne, wê bên jêkirin û sererastkirina derdorê wê bê kirin. Li gel ku di ser destpêkirina xebatên restorekirinê de çend meh derbas bûne jî tenê hê avahiyên derorê hatine hilanîn.

Xerca betonê berdan terkan

Ji bo hilanîna avahiyên derdora birce jî li şûna teknîkeke baş ku xisarê nede dîwarên kelehê û bircên dîrokî, kepçe hat bikaranîn. Ji ber vê yekê xisareke mezin li dîwarên kelehê û bircan bû. Gelek kevirên dîwaran ji cihê xwe hatine rakirin, xêzkirin û kevirên nîvîs li ser wan jî terikîne. Dîsa îskele li dora Birca Kîtabelî hatiye bicihkirin. Ji bo zexmkirina îskeleyê sing di dîwarên bircê de hatine kutan û îskele bi têlan bi van singan ve hatiye girêdan. Bi vê jî nemane, gelek terk û valahiyên nav kevirên bircê bi xercê tije kirine.