Rejîma Îranê li dijî xwepêşandanên gelê Rojhilatê Kurdistanê herêm milîtarîze kiriye. Niha li bajarê Bane rewşeke awarte heye. Dikan û bazar li bajêr hatine girtin ji bo protestokirina rejîma Îranê. Doh jî xelkê Sine bi armanca şermezarkirina siyaseta Îranê ya li dijî kolberan û kuştina kolberan daket meydanan. Çalakvanên Rojihlat dibêjin, rejîm kolberan qetil dike ji ber ku Kolber nabin hevkarên wê. Li aliyê din rejîma ku nikare ji heqî çalakiyên li Bane û bajarên din derkeve, parlamenter kirin dewrê.

Çalakvanên siyasî yên bajarê Sine doh ragihandin ku saet 19:00’an wê li meydana Îqbal (Azadî) ya bajêr ku meydana sereke ya bajêr e, çalakiyeke nerazîbûnê li dijî kuştina kolberên Kurd li dar bixin. Dema nûçeya me dihat amadekirin, xwepêşandêr li meydanê kom dibûn. Piştî ku hate ragihandin wê çalakî li meydana Îqbal pêk were, hêzên rejîmê jî hêz sewqî deverê kirin û dor li meydana çalakî wê pêk lê bê, girt. Hîna nayê zanîn ka çalakî wê çawa û bi çi rengî li bajêr bi rê ve biçe. Ya diyar ew e ku xelkê Sine biryardar e ku rejîmê ji ber qetilkirina kolberên Kurd rûreş û şermezar bike.


Li Bane nahêlin komên 5 kesî jî çêbin

Li gorî çavkaniyên herêmî yên li bajarê Bane jî, rejîm ji tirsa ku wê çalakî pêk werin, nahêle 5 kes jî bên gel hev li BAne û xelkê dixin ber lêpirsînê.

Hêjayî gotinê ye ku roja 3’ê Îlonê li ser sînorê bajarê Bane di encama gula barana hêzên rejîma Îranê de du kolberên Kurd yên bi navê Heyder Ferecî û Mam Qadir jiyana xwe ji dest da bûn.

Roja piştî wê gelê Bane bi çalakiyan nerazîbûn nîşan da. Welatiyên bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ve, li dijî wan kiryaran sê rojan daketin kolanan, dikan û bazar venekirin. Rejîm jî bi êrîşkirin û girtinê hewl da xwepêşandêran bê deng bike. Niha jî hejmarek zêde ya çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilalatê Kurdistanê, bi armanca nerazîbûn nîşanê kuştina kolberan bidin, dest bi greva birçîbûnê kirine.

 

Kolber nabin zilamê dewletê ji ber wê tên qetilkirin

Çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo  xwepêşandanên bajarê Bane anîn ziman û her wisa êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberan û çalakiyên xwepêşendaran şermezar kirin û gotin, “Dewlet Kurdan birçî dike, paşê mecbûrê xwe dike û bi vî awayî hewl dide bike, zilamê xwe. Bes kolber nokeriya dewletê qebûl nakin û bi neçarî vê rêya mirinê hildibijêrin.” 

Çalakvanê bi navê Murad Kotol êrîşên li dijî xwepêşandarên Rojhilatê Kurdistanê yên ji bo protestokirina kuştina kolberan şermezar kir û got, “Rejîma sêdare ya Îranê êrîşê gel û kolberan dike. Ev nayê qebul kirin. Pêwîst e kesên azadîxwaz û rêxistinên mafê mirov yên Kurd zextê li Îranê bikin û helwesteke cidî raber bikin.”

Çalakvana jin, Ronahî Sine jî li ser mijarê got, “Rejîma Îranê siyaseta birçîkirinê li ser gelê Kurd birêve dibe û neçarî kolberiyê dike. Paşê jî dema kolberiyê dikin, dikuje. Bi siyaseta xwe ya birçîkirinê her wisa neçar dike ku bibin endamên îstîxbaretê û zilamên dewletê. Lê gelê Kurd vê bê rûmetiyê qebûl nake û vê rêya metirsîdar ya mirinê hildibijêre.”

 

Rejîma Îranê tengav bû

Wezareta Îtlaatê ya rejîma Îranê, bi fermaneke ji bo bê dengkirina dengên nerazî yên gelê Rojhilatê Kurdistanê, parlamenterê Bane û Seqizê wezîfedar kir. Ew parlamenter jî ji gel xwest ku danekevin meydanan û herkes vegere mala xwe. 

Rejîmê ji parlamenterê Bane û Seqizê li parlamentoya Îranê Muhsîn Bîglerî xwestiye şêniyên bajêr bêdeng bike û jê re gotiye, bi çi awayî dibe, divê xwepêşandan werin tepisandin û belavkirin.

Bîglerî piştî vê wezîfedarkirina bi rêya telefonê bi çend saetan bi wezîfeya xwe rabûye û ji gel re gotiye, ev xwepêşandan ne di berjewendiyên gel de ye.

Xelkê Bane bi xwe van gotinên Bîglerî weke gefxwarinê bi nav dike û li ser medya civakî jî Muhsîn Bîglerî weke kesekî xwefiroş û nokerê rejîmê, bi nav dikin. 


NAVENDA NÛÇEYAN