Pêngava boykotkirina malê Tirkî li Başûrê Kurdistanê dewam dike û her ku diçe berfireh dibe. Welatiyên bajarê Kerkûkê li ser vê mijarê axivîn.

Jina bi navê Leyla Mecîd got, divê her kes malê Tirkî boykot bike. Ji bo em malê Tirkî nekirin, amadene nanê hişk bixwin. Berdewamiya vê boykotê, wê derbeyek mezin li aboriya Tirkiyeyê bide. Ji ber ku zêdetir malên li Herêma Kurdistanê Tirkî ne. Sûdek din yê boykotê jî, berhemê navxweyî yê herêma Kurdistanê nûjen dike.”

Ciwanê bi navê Rêbîn Sebur jî da zanîn ku Başûrê Kurdistanê dema borî bûye sedemê bihêzbûna aboriya Tirkiyeyê

Welatiyê bi navê Seed Mela Elî jî dibêje, Li Kerkûkê zêdetir Kurd hene, lê divê em hemû bi hev re karê baş bikin û malê Tirkî boykot bikin.”

Rêzefilmên Tirkî civak xira kirin

Der barê weşandina rêzefîlmên Tirkî û bandora wan a li ser civak û jinan welatiyên Silêmaniyê aliyên pêwendîdar rexne kirin û diyar kirin ku erka wan a sereke ew e beriya her tiştî rêzefîlmên Tirkî bi temamî boykot bikin.

Welatiya bi navê Çilçira Osman got, rêzefîlmên Tirkî û mijarên di wan fîlman de bandoreke neyînî li ser çand û civaka me dike.

Dayika 58 salî ya bi navê Sefiye Ehmed jî bi zimanê xwe yê şêrîn û zelal behsa xerabûna livûtevgera beşeke ji civakê kir û da xuyakirin ku ev ji bandora rêzefîlmên Tirkî çavkaniya xwe digire.

Welatiyê bi navê Fiwad Sirus jî têkildarî bandora neyînî ya rêzefîlmên Tirkî li ser civakê kiriye got, “Rêzefîlmên Tirkî hêza têkiliyên welatiyan ji holê rakir. Ew hezkirin û hurmeta di nav ferdên malbatê de heye kêm kiriye.”

Hunermend Aware Kerkûkî jî der barê rêzefîlmên Tirkî de got, ev fîlm cureyekî mudaxeleya li civaka Kurd e. Divê beriya her tiştî rêzefîlmên Tirkî bên boykotkirin.

 

KERKÛK/SILÊMANÎ