Gelê Kurd nêzî 30 salin bi şerêkî bê navber yê dewleta Tirk re rû bi rû maye. Ev şer niha hemû sinor derbaskirine. Şer ji xwe li hemberê hemû nirxên mirovahiyê û hemû bedewiyên jiyanê ye. Lê tişta herî bi rûmet jî li hemberî hêzên şerxwaz  berxwedan e.

Şerekî ku niha Bakurê Kurdistanê zarok, jin, pîr û kal nas nake, yek li hemberê îradeya gelê ku dixwazê xwe bi îradeya azad birêve bibe ye. 

Qada navnetewî niha du beşin, yên bêdengin û yên deng derdixin. Lê dengên wan nikarê dengê tank û topan rawestîne bike. 

Hêzên navnetewî li hemberî hêzên ku yasayên navnetewî yên şer jî derbazkirine, ji xwe yasayên navnetewî ji bo rûmeta mirovahî bûna diviyabû niha zîndana Îmralî tineba. Hebûna Gelê Kurd û maf û azadiya wan bihatiba qebûlkirin. Lê li dij şerêkî wisa bêexlaq û bê wîjdan re tekane tişta ku gel bike berwedane û firehkirine qada nerazîbûnê ye. Heya ev nerazîbûn negihije ber deriyê wan, zehmet hişê wan werê serî. Beşeke mezin ya medya hatiye bêdengkirin. Ewropa bi milyon û nîveke penaberan di 3 mehan da hat bêdengkirin. Ne tenê hat bêdengirin 3 milyar Euro jî dan Tirkiyeyê da penaberan di nava sinorê xwe de bigire û neherikin Ewrupayê. Her kêlî dibe ku krîza herikîne gaz û petrolê ku ji alî Îran û Rûsya derketiye kurtir bibe. Niha tekane cihêkî ku gaz û petrol erzan û bê pirsgirêk jê diherikin Tirkiye, Başurê Kurdistanê ye. 

Mamosteya Zanîngeha Selahedîn Kameran Mentik got; "Tirkiye hem petrol û gazê Başurê Kurdistanê dibe û hem jî bi pereya ji bazirganiya ku ji Başurê bi dest dixe dike bomba bi ser gelê me ya Bakurê dibarîne. Helwêsta herî bi rûmet ewe, ku kirîna malên Tirkiyeyê were baykot kirin û hem jî mîna Kobanê ji hemû beşên Kurdistan ciwann biherikin Bakur." 

Niha li herdû qadên rojavayê Tirkiyeyê û hem Başur jî deng bilind debin. Li Tirkiye tevî gefên Erdogan lê her roj ji beşên cuda ya akademisyen, sînemakar, şanokar, rojnamevan, nivîskar û mamostayên zanîngehe nerazîbûna xwe nîşan didin. Berê timî berê xwe diden Tevgera Azadiya Gelê Kurd. Vê carê muxatebê sereserastkirina siyastê xwe Dewlet û AKP ye. Çi qasî AKP bi girtin û gefxwarin bixwazê encamê bigire, lê ev înîsiyatif her diçe belav dibe. Xala qels û talûke ya vê gavê eve ku zêde bi civakî nebûye. Civakeke ku bê îradekirine li hemberî agir pêketine malêkî ku ew bi xwe xwedî wî dibîne bêdenge, ev rewş jî asta wêrankariya desthilatdaran nîşan dide li ser civakê.

Dîsa li Başurê Kurdistanê dest bi kampanyayeke hêja hatiye kirin ku her roj belav dibe. Kampanya baykotkirina malên Tirkiyeyê ku niha herî zêde bazarên Başurê Kurdistanê dagirkiriye. Çapemeniya nêzî desthilatdarên Başurê Kurdistanê yên hemû hêkên xwe xistine sepeta Tirkiyeyê li dijî vê kampanyayê dibêjin, "Ji sedî 95 xwarin ji Tirkiye tê, eger gel ji malên Tirkiye nekire wê ji birçîna bimire." Ev nêzîkayetî rûyeke wî ya din jî heye; eger civakêk ji sedî 95 bi mal, xwarin û berhemên dewleteke hov ya mîna Tirkiyeyê hatibe dagîrkirin, li holê tişetek bi navê civakê nemeya û berpirsiyara yekemîn jî ev desthilatdarî bi xweye.

Sernivîskarê Govarê Şar Kemal Reuf ku bi xwe endamê înîsiyatifa baykotkirina malên Tikiyeyê li Başûr dibêjê; "Divê werê zanîn, eger ez biwazin krîza li Başûr çareser bibe, ev çareserî girêdayî rewşa Bakûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku Tirkiye dixwazê hemû Kurdan di Bakûr de teslîm bigirê. Piştî ku li Kobanê biserneket". 

Baykotkirina malên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hawcedariya wê bi hilwêsteke radîkal heye çewa gelê Rojavayê Kurdistanê got: "Emê pelê daran bixwun lê teslîm nabin." Ji bo wê jî divê hem bi rengekî radîkal malên Tirkiyeyê were baykotkirin û hem alternatîf werin avakirin. Naxwe wê pereyê AKP li Başûr bi dest dixe dibe fîşek û li bedenên zarokên Kurdan dikevin.