Komeleya alîkariya hiqûqî ya bi girtiyên siyasî yên Kurd re Azadî e-V. bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku di doza li dijî çalakgerê siyasî yê Kurd Mahmut Kaya de, rûniştin wê di navbera 22 û 25´ê Sibatê de pêk bên û çav li rê ye ku dadgeh biryara xwe 25´ê Sibatê eşkere bike.

Îdîanameya dozgeriyê ya li dijî Kaya li ser xala Qanûna Ceza ya Elman 129a/b´yê hatiye avakirin û Kaya bi endametiya rêxistineke terorîst a lbiyanî tê tohmetbarkirin. Azadî e.V. bi bîr dixe ku çalakiyên bibîranîn yên YEK-KOM´ê ji aliyê dozgeriyê ve weke çalakiyên “destekê yên terorîst” hatine binavkirin,

Ya rastî Azadî e.V. bêhtir balê dikişîne ser dema sûcên qaşo yên di îdîanameyê de û bi bîr dixe ku Dîwana Edaletê ya Ewrûpî bi biryarekê gotibû, di navbera 2014 û 2017´an de PKK bi neheqî li ser lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê bû.

Kaya di rûniştina dozê ya beriya niha de jî rexne li mekanê girtina xwe girtin û got, 16´ê Hezîrana 2018´an li pêşiya konsolosxaneya Tirk a li Hamburgê ez hatim girtin, gava ku ez di dorê de bûm ji bo ku dengê xwe bidim. Weke ku ti cihê din nebe ji bo min bigirin.”

Azadî e.V bi bîr xist ku hiqûqen divê sûcê li dijî Kaya şênber û binavkirî be di îdîanameyê de, lê tiştekî wiha nîne û di dawiyê de banga wî ya li dadgeriya Elman bi bîr xist: “Bi alîkariya Elmanan, Împeretoriya Elman qirrkirina Ermeniyan bire serî. Ji ber vê yekê em dibêjin; Xwe di qirrkirina Kurdan de jî nekin hevkarê sûc. Alîkariya aborî û eskerî nedin Erdogan.”

Rûniûtinên dozê wê 22´yê Sibatê saet 10´an dest pê bike. Çav li rê ye heyeta dadgehê biryara xwe 25´ê Sibatê daet 12´an eşkere bike.

 

  NAVENDA NÛÇEYAN