
‘Emê hêz bidin Rojava’
Hunermend Nûarin da zanîn ku serkeftina ji hilbijartinên herêmê bê girtin dê bibe sedema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dê xuya bike gelê Kurd çiqas xwedî li rêberê xwe derdikeve. Nûarîn wiha pêde çû: “Em li her kolan û taxên Ewropayê ji bo azadiya serokatî îmze kom dikin. Ev xebat hatiye asteke baş, lê ev têrê nake. Divê gelê kurd vê kampanyaya ku niha hatiye destpêkirin geştir bike. Ji ber ku azadiya serokatî azadiya me û Rojhilata Navîn e. Serokatî pêvajoyek daye destpêkirin. Her çiqas hikûmeta AKP’ê dixwaze vê pêvajoyê bide rawestandin jî serokatî vê pêvajoyê berdewam dike.” Nûarin bang li gelê kurd û hunermandan kir ku zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku ev pêvajo bimeşe û Ocalan jî zêdetir bikare xebatên xwe baştir bimeşîne. Nûarin, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin giringiya hilbijartinan jî zêdetir dibe. Li Rojava berxwedanek mezin heye. Serkeftina van hilbijartinan dê nîşan bide ku em çiqas xwedî li Şoreşa Rojava derdikevin. Emê bi serkeftina bigrin, karibin baştir piştevaniya berxwedana Rojava bikin.”
‘Hevşaredarî mînak e’
Hunermend Armanc jî anî ziman ku pergala hevşarediyê ku ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin ji bo cîhanê bûye mînakek hêja û wiha got: “Hemû cîhan li hember têkoşîna jinên kurd şaş maye. Têkoşîna jinên kurd ji bo cîhanê bûye mînak.” Armanc, da zanîn ku cara yekemîn e çapemeniya Swêdê û cihanê ev qas fireh li ser rewşa kurdan disekine û axaftina wiha domand: “Mirov çiqas bikaribe bi rêya medyayê dengê gelê xwe, rêxistinên xwe, dîl girtina serokê xwe li cîhanê belav bike ew qas serkeftiyên mezin bi dest dixe. Di vê dawiyê de çapemeniya Swêdî gelekî li ser Şoreşa Rojava rawestiya. Ev bi saya Rojava, bi taybetî jî pêvajoya ku serok daye destpêkirin çêbûye”
‘Hêzên kapîtalîst ditirsin’
Hozan Diyar jî da zanîn ku azadiya Ocalan di navenda berxwedana gelê kurd de ye û wiha axivî: “Di dîroka têkoşîna azadiya me de rojekî herî trajîk jî esareta serokatiya me bû. Lê berxwedana gelê kurd, berxwedana gerîlla, bi tevahi têkoşîna azadiyê ev qomplo vala derxistin. Berxwedana serokatî ku ev 15 sal in di hucreyekê de dimîne, tenê ji bo azadiya kurdan e. Berxwedana Rêber Apo berjewendiyên hêzên kapîtalîst xistiye xetereyek mezin.” Diyar hilbijartinên herêmî jî wek referandûmê dît û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Dewleta dagirker jî êdî dizane bê PKK, bê gelê kurd û bê serokatî çareseriyek mayînde çênabe. Ji ber wê jî azadiya serokatiya me azadiya Kurdistanê ye, azadiya gelê kurd e. Emê jî ji bo bidesxistina şaredariyan gund bi gund, bajar bi bajar, tax bi tax bigerin. Bi hunera xwe, bi stranên xwe em dixwazin xwe tevlî vê pêvajoyê bibin.”
‘An hebûn an tinebûn’
Hozan Canê jî da zanîn ku ji bo xweseriya demokratîk divê gel zêdetir bixebite û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were çalakiyên cuda jî bên lidarxistin û wida axivî: “Serxwebûna her çar parçeyên Kurdistanê bi azadiya serokatiyê ve girêdayî ye. Ji bo ku encamên baş bigirin divê em kampanyaya îmzeyan xurttir bikin. Heke hewce be bikevin grevên birçîbûnê. Ji bo xweseriya demokratîk emê di vê hilbijartinê de ji sed qatê carên berê zêdetir bixebitin û îdeolojiya fikra serokatî bînin serî.” Canê li ser hilbijartinan jî wiha axivî: “Dibe ku di nav vê pêvajoyê de hin kes aciz bûne û kesên xeyîdî hebin. Divê van tiştan bidin aliyekî û ji bo mafên xwe bibin yek û ji bo azadiya serokatî şaredariyên xwe zêdtir bikin.”
‘Divê em bi ser kevin’
Hunermend Rojda jî anî ziman ku ev hilbijartin tê wateya hebûn û tunebûna kurdan û heke kurd di vê hilbijartinê de serkeftinek baş bi dest bixin dê were dîtin ku kurd çiqas gelekî aştîxwaz e û dê bê dîtîn ku têkoşîna Kurdan ji bo çand, ziman, hunera xwe ye. Rojda, li ser giringiya povajoya aştiyê jî wiha got: “Heke peyamên serok baş bê fêmkirin dê rizgariya gelê tirk jî pêk were û di Rojhilata Navîn û Tirkiyê êdî şer çênebin. Heya niha kurdan ji bo mafên xwe ji tu derdorê hêvî nekir, bi têkoşîna xwe mafên xwe bi dest xistin. Ez di vê baweriyê de me ku bi têkoşîna xwe emê azadiya serokê xwe jî pêk bînin.” Rojda anî ziman ku piştî hilbijartinan ew nizanin ku ka ewê çi bibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev rewş jî gelej bi talûke ye ka hikûmet biçe an neçe. Ewrên reş li ser me hene. Ji ber vê ji divê em di van hilbijartinan de bi ser kevin.”
DÎHA/AMED