Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser projeya federaliya demokratîk peyivî û got, ti pirojeya rêjîmê û komên opozîsyonê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nîne, û Emerîka û Rûsya jî wê neçar bimînin sîstema Federaliya Demorkatîk a Rojava-Bakurê Sûriyê nas bikin.
‘Armanca êrişan yek e’
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed şevê din bû mêvana bernameya Binxet a televîzyona Ozgur Gun TV´yê. Îlham Ehmed da zanîn ku êrişên li dijî Qamişlo di warê siyasî de dewama êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Efrînê ne û weha peyivî: “Li Şêxmeqsûd komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê êriş dikin. Li Qamişlo rêjîmê êriş kir. Rast e ku hêzên êrişkar ne yek in, lê êrişên li Şêxmeqsûd, Efrîn û Qamişlo bi heman armancê têne kirin. Aramnca wan ew ku sîstema federaliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi ser nekeve.”
‘Tirkiye û rêjîmê li hev kiriye’
Îlham Ehmed da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe şerê Kurdan dike, dest ji hemû xetên xwe yên sor berdaye û bi rêjîma Esed re tifaq kiriye û weha dewam kir: “Êrişên li dijî Şêxmeqsûd, Efrîn û Qamişloyê di encama tifaqa di navbera hikûmeta AKP’ê û rêjîma Esed de pêk hatin. Bi navbênkariya Cezayirê li hev kirine ku li dijî Kurdan şer bikin. Naxwazin statuya Kurdan li herêmê çêbe.”
Rola Îranê ya di êrişan de
Hevseroka MSD´ê Ehmed bal kişand ser rola Îranê ya di êrişa de û got: “Îran Sûriyê wekî beşeke xwe dibîne. Ji ber wê li Sûriyê şerekî mezin dimeşîne, xeyala wan a avakirina hîlala Şîî heye. Jixwe, xaka Sûriyê jî li gorî wan beşek ji projeya wan e. Ji ber wê destê wan di şerê li dijî Kurdan de heye. Dixwazin Sûriyê ji aliyê rêjîma Baas ve bê rêvebirin.”
Alternatîf ji bo DYE û Rûsyayê?
Îlham Ehmed her weha bal kişand ser hevdîtinên Cenevre-3 û got, Cenevre bi ser nakeve û weha peyivî: “Ji ber ku nûnerên gelê Sûriyê li Cinêv nînin, hevdîtinên Cenevre-3 bi ser nakevin. Dibe ku me dawet bikin ku em beşdarî hevdîtinan bibin. Gelê Rojava-Bakurê Sûriyê sîstema xwe ango federaliya demorkatîk hilbijartiye. Ji ber wê, veger ji vê yekê nîne, divê navend û hemû aliyên din vê yekê qebûl bikin û li gorî wê nêz bibin. Heger em hatin vexwendin jî em ê projeya xwe ya federaliya demorkatîk nîqaş bikin. Ji ber ku projeyên aliyên din nînin, Emerîka û Rûsya jî wê neçar bibin ku sîstema federaliya demokratîk qebûl bikin.”
QAMIŞLO
‘Cenevre berjewendî, federalî çareserî ye’
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik li ser hevdîtinên dewra 3´yê yên li Cenevre û sîstema federaliay demoktratîk peyivî. Dêrik diyar kir ku hevdîtinên Cenevre-3 li ser esasê berjewendiyên siyasî, mezhebî û aborî ne, lewma xitimîne.
Ferhad Dêrik sedemên ber biçav ên biserneketina hevdîtinan weha rêz dike: “Yek ji wan aliyê rêjîmê û koalîsyona niştimanî ya Sûriyeyê li hev nekirin, li ser meseleyên nebûna Esed, her weha çêkirina hikûmeteke nû. Sedema duyemîn, berdewamkirina şer ji aliyê herdu hêzan ve ye.”
Dêrik amadenekirina şert û mercên ji bo çareseriyê û ferzkirina agirbest û hevdîtinan ji derve ve jî ji sedemên çaresernekirina şerê navxweyî li Sûriyêyê dibîne. Lê sedema din a sereke jî “Ew e ku kesên îro bi navê gelê Sûriyeyê li Cenevreyê hevdîtinan dikin, temsîla gelên Sûriyeyê nakin. Ne rejîm û ne jî hêzên opozîsyonê temsîla rast a gelê Sûriyeyê nakin. Dîsa tu projeyek rast ji bo çareserkirina aloziyê heta niha ji aliyê rejîm û koalîsyona niştimanî ve nehatiye pêşkeşkirin.”
‘Cenevre ji bo desthilatdariyê ye’
Bi her halî ev gotinên Ferhat Dêrik kurt û Kurmancî civînên li Cenevre terîf dike: “Cenevre ne ji bo çarserkirina aloziya Sûriyeyê ye, ji bo parvekirina desthildariyê ya di navbera rejîmê û koalîsyona niştimanî de ye.”
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM´ê Ferhat Dêrik piştî ku behsa dewra hêzên herêmî yên weke Tirkiye û Erebistana Siûdî, îşaret bi êrişên li dijî Şêx Meqsûd û Qamişlo dike: “Armanca êrişên li dijî Qamişlo û taxa Şêx Meqsûdê ew e ku gelê Kurd bikişîne nava şerekî. Rejîm dixwaze li kantona Cizîrê di navbera Kurd û Ereban de fitneyê derxîne.”
‘Federaliya demokratîk a gelan e’
Dêrik Sîstema Federaliya Demoktarîk weke sîstema gelan bi nav dike û weha dawiyê li gotinên xwe tîne: “Ne sîstema desthildaran e, mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze. Li şûna sîstema navendî, sîstemek e ku îradeya her herêmê diparêze. Pirsgirêkên mezhebî û olî çareser dike û bingeha jiyana hevbeş di nava gelan de ava dike. Lewma Federaliya Demokratîk ji bo aloziya Suriyeyê çareseriya tekane ye.”
KENDAL CÛDÎ/ANHA / KOBANÊ