Ji bajarê Ingilîstanê Wakefieldê du birayên welatiyên Brîtanyayê ku bi eslê xwe Kurdên Başûrê Kurdistanê ne, ji bo ku xwişkên xwe bibînin Tîrmeha bihurî berê xwe didin Tirkiyeyê û li wir bi îdîaya piştgiriya YPG´ê tên girtin. Em behsa Hariam Barzan ê 25 salî, û Ayman Barzan ê 18 salî dikin.
Hasilî xelkê Wakefieldê û malbata herdu xortana li bajêr ji bo berdana wan kampanyayek da destpêkirin ku heta niha bêhtirî hezar kesî mohr kiriye.
Sedema ku dewleta Tirk nîşan dide ji bo girtina herdu birayan jî bi hesabên xwe yên medya civakî destekkirina YPG´ê ye. Tevahiya nûçeyên li Ingilîstanê dema behsa vê dikin dibêjin, hêza Kurd a ku şerê terorîstên DAIŞ´ê dike. Lê Tirkiye jî ji ber ku diyar e xwe weke DAIŞ´ê dibîne, kesên ku destekê didin YPG´ê dide girtin. Ev herdu bira ji Tîrmehê ve dema ku li balefirgeha Dalamanê danîn, girtîne û hîna jî derneketine pêşberî dadgerî. Kampanyaya malbatê û xelkê Wakefieldê destpêkirî heta niha ji aliyê bêhtirî 1000 kesî ve hatiye mohrkirin.
Du ciwanên bêrî bîlasedem girtî ne
Malbat dide zanîn u ew gelek mitaleyan dikin ji ber ku hem êşkence li Tirkiyeyê tê kirin û hem jî cudakeriyeke gelekî dijwar li dijî Kurdan heye. Wekî din jî Hariam ê ku diçe zanîngehê ji dersên xwe dimîne, tevî Ayman ê ku diçe kolejê. Wezareta Karê Derve ya Brîtanyayê derbarê bûyerê de bi tenê da zanîn ku li ser mijarê wan peywendî daniye bi rayedarên Tirk re.
Hasil, jixwe KCK´ê destpêka salê banga boykotkirina Tirkiyeyê kiribû, yek ji sedeman jî ev zextên dewleta Tirk bûn. Dewleta Tirk heta niha bi dehan Kurd û Ewrûpî bi îdîayên pûç bi vî rengî kiriye zindanan û gelek ji wan rehîn girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN