Parlamena Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê herêmê doh civiya. Di civînî de namzetê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî bi dengê 68 parlamenteran weke serokê herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Yekitiya Nîştimana Kurdistan (YNK) û Tevgera Nifşê Nû tevlî civîna hilbijartina serokê herêmê nebûn.
Herêmê wê têxe rewşeke nû
Berdevkê YNK´ê Letîf Şêx Omer li Polîtburoya YNK’ê ya Silêmaniyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, “Dema bihurî me du peyman li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îmze kir. Biryara bêyî YNK’ê wê Herêma Kurdistanê têxe rewşeke nû. Encamên vê siyaseta nerast ne di stûyê YNK’ê de ne, dikevin stûyê aliyê beramber.”
Hikûmeta herêmê wê bê avakirin
Serokê fraksiyona PDK’ê jî piştî hilbijartina serokê herêmê daxuyaniyek da çapemeniyê da û got, “Dengnedayîna YNK’ê ya ji bo serokê herêmê, wê bandorê li peywendiyên di navbera PDK û YNK’ê de bike. Lê tevî vê yekê jî wê di rojên pêş de serokê parlamena Herêma Kurdistanê civîna fermî pêk bîne û di wê civînê de serokê herêmê sûnd bixwe. Piştî wê jî wê parlamena Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê erkdar bike û piştî wê jî wê Mesrûr ji aliyê serokê herêmê ve weke serokê hikûmetê bê erkdarkirin.”
HEWLÊR