DR. DIYAR CIWAN / BRUKSEL

Her çendî pêkanîna yekîtiya neteweyî bi dehê salane hêvî û daxwaza gelê Kurd e jî lê herî dawî bi êriş û hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkeriyê li ser Rojava, ev daxwaz hê zêdetir ket rojeva Kurdistanê. Pêşî beşeke mezin ji hêzên Kurdî banga yekîtiyê kirin. Hunermend Kurd zemîn ji yekîtiyê re çêkin bi instiyatîfekê rabûn û ketin nava tevgerê. Li Bakurê Kuristanê piraniya hêzên Kurdî lez dan xebatên xwe yên ji bo yekîtiyê. Li Rojava demeke dirêje Kurd û nûnerên wan ên siyasî li her qadê dengê yekîtiyê bilind dikin. Rêbaz û tevgera van hêzan ji hev cûda be jî lê tekane daxwaza wan yekîtî ye. Ji ber ku hem gelê Kurd û hem jî îradeya wî ya siyasî di wê baweriyê de ye; ji bo pêşîgirtina li êrişan, dagirkeriyê û parastina destketiyan, yekîtî ye. Lê ev tişt ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê ne wisa ye. Bi taybet jî Partiya Demokratîk a Kurdistanê-PDK û hêzên girêdayî wê.

Hevdîtin û çalakiyên ji bo yekîtiyê pêk tên, PDK beşdar nabe. Deklarasyon tên weşandin, PDK’ê mohra xwe li binê nade. Li gorî siyaset û tevgera PDK’ê, ji hevgirtina hêzên Kurdî zêdetir, hevkariya li gel welatên dagirker û êrişkar hê bi qîmetir e.

Di wextekî de ku dewleta Tirk Kurdan qir dike, mal û milkên wan talan dike, PDK dikare vê ji nedîtîve were û Enqereyê weke dostê Kurdan binav bike. Di serî de Başûr, balafirên Tirk bedena Kurdan perçe dike, lê PDK dikare bêje, sedema van êrişan hebûna tevgera azadiya gelê Kurd e. Şengal tê bombekirin, bi mehane wargeha Mexmûr a penaberên Bakurê Kurdistanê dor lê girtiye û ambargo li ser e, zarokên Kurd ji ber ku nayên dermankirin dimrin, lê PDK bi ti awayî dagirkerên Kurdistanê ji van encaman berpirsiyar nabîne. Kurtûkurmancî, li gorî PDK’ê yekane sedema komkujiî, tevgera qirkirin û dagirkirina Kurdistanê hebûna PKK’ê ye.

Herî dawî serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî ev helwesta xwe care din dubare kir. Barzanî di hevpeyvîna li gel Al Monîtor de îdîa kir ku sedema êrişa dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê, alîgiriya gelê Kurd a bi PKK’ê re ye. Barzanî bi ti awayî behsa êrişkariya dewleta Tirk, dagirkirina bajarên Rojava, kuştina zarok û jinan, guhertina demografiya herêmê, bicihkirina malbatên çeteyên bîyanî li Serêkaniyê û Girê Spî û  koçberkirina bi sed hezaran nekir. Li şûna vê yekê, anî ziman ku pêwendiya wan li gel dewleta Tirk başe û ew dixwazin vê yekê hê baştir bikin. Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînê de rêya xelasiyê jî nîşanî gelê Rojavayê Kurdistanê da: Pêwendiya xwe li gel PKK û Qendîlê qut bikin.