Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî bi veşartî serdana Îranê kir û li gel Fermandarê Hêzên Qudis ên Îranê civiya. Li gorî nûçeya Rojnameya Ajans ku doh belav kiriye, hefteya borî şandeka PDK’ê bi pêşengiya Cigirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê kiriye û li gel Qasim Sulemyanî civiye.

Li gor heman nûçeyê, 9’ê Tebaxê (roja Çarşemê) saet 11:00’ê bi balafireke taybet şanda PDK’ê çûye Îranê û heman rojê piştî nîvro vegeriye. Şande ji endamên Polîtburoya PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Azad Berwarî, Sefîn Dizeyî, Kerîm Sinarî pêk dihat û li Îranê li gel Fermandarê Hêzên Qudis ên Îranê Qasim Suleymanî civiyaye.

Hêjayî gotinê ye ku li ser naveroka serdanê ti agahî nehatiye belavkirin.


Gelo referandûm hat paşvexistin? 

Li ser vê serdana navbirî doh rojnamevanê ji Başûrê Kurdistanê Kemal Çomanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, got, "Serokwezîr Barzanî hefteya borî çû serdana Îranê, bi rayedarên Îranê re rûnişt, wan zext lê kir ji bo ku referandûma (serxwebûna) Kurdistanê bi paş ve bixe. Serokwezîr Barzanî erê kir." Ev gotinên Kemal Çomanî ne hatin derewandin û ne jî hatin erê kirin ji aliyê PDK´ê û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê.  


 NAVENDA NÛÇEYAN