Platforma Nûçegihanên Jin ên Mezopotamyayê, Denîz Firat a ku ji ber êrîşa DAIŞ’ê sala 2014’an li wargeha penaberan a Mexmûrê şehîd bûyî, bi bîr anî.
Rojnamevan Denîz Firat (Leyla Yildiztan) 8’ê Tebaxa 2014’an li wargeha penaberan a Mexmûrê dema nûçe dişopand, li herêma şer bû, û dema nûçegihanî dikir, şehîd bûbû. Platforma Nûçegîhanên Jin ên Mezopotamyayê Denîz Firat bi bîr anî. Platformê diyar kir ku ew ê têkoşîna Firat bidomînin û got, “faşîzm ji kîjan aliyî û çawa bê jî, em ê her li pey rastiyê bimeşin.”
Kedeke mezin da çapemeniyê
Platformê bi bîr xist ku Denîz Firat di ciwaniya xwe de dest bi têkoşîna azadiyê û nûçegihaniyê kiriye û ev agahî dan: "Ew keçika biçûk a ku bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû, dest bi nivîsandina gotaran kir. Li Mexmûrê mal bi mal geriya, ji bo ku rastiyê bigihîne mirovan rojname belav kir, bi gotarên xwe, bi dîmenên girtî û nûçegihaniya şer, ji bo çapemaniya azad gelek xebat kir."
'Şahidiya têkoşînên mezin kir'
Platforma Nûçegihanên Jin bal kişand ser hêla civakî ya Denîz Firat û got: “Firat ku di jiyana xwe ya mişextiyê de tim şahidî li têkoşînên mezin kir, li gel her tiştî jî hêvî û azweriya li azadiyê kire rengê jiyana xwe. Em careke din dubare dikin ku em ê bibin şopdarê têkoşîna Denîz Firat, dilsozê bîranînên wê bin. Em ê peywira wê bi hişmendiyeke berpirsyar bi cih bînin.
Faşîzm ji kîjan aliyî û çawa bê jî, em ê dev ji şopandina rastiyê neqerin. Em ê bi kamerayên xwe, li eniyên pêş ên têkoşîn, berxwedan û heqîqetê cihê xwe bigirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN