Endazyarekî Şîrketa Petrola Bakur a Kerkûkê diyar kir ku şandina petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê hatiye rawestandin. 

Pêr nîşevê ji ber sedema pirsgirêkên teknîkî ya di lûleyên petrolê de li ser sînorê Tirkiyeyê, şandina petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê hat rawestandin.

Endazyarê li Şîrketa Petrola Bakur a Kerkûkê, Ferhad Hemze ev yek piştrast kir.

Ferhad Hemze li ser mijarê wiha peyovî: “Ne diyar e ka wê heya kengî rawestandina petrolê bidome. Belê pirsgirêk li welatê Tirkiyeyê ye. Pirsgirêk ne ji Şîrketa Petrola Bakur e. Heya berpirsên Wezareta Petrolê ya Tirkiyeyê der barê çareserkirina pirsgirêkê de agahiyê nedin me, şandina petrolê wê dest pê neke.”

Ferhad Hemze di dawiyê de li gotinê xwe zêde kir û got; “Şandina petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyeyê bi temamî hatiye rawestandin.”


 ROJNEWS / KERKÛK