Destpêka salê li komeleyên pîşeyî yên Kurd ên li Elmanyayê yeke din zêde bû. Komeleya Huqûqnasên Elman û Kurd (DKJV) dawiya Hezîranê bi merasîmekê damezrandina xwe ragihandibû. di nava xebatên dema navîn û dirêj de midaxilbûna minaqeşe û siyaseta penaberê û koçberiyê li Elmanyayê, Elaqedarbûna bi pirsgirêkên civaka Kurd û komeleyên wê re û xizmetên huqûqî hene. Komele dibêje Kurd li Elmanyayê rastî neheqiyeke sîstematîk hatin û qedexeya PKK´yê jî bêbingeh e. Vê dawiya hefteyê Komeleya Huqûqnas û Parêzerên Kurd li Swîsreyê jî bi awayekî fermî bû endamê DKJV´yê û bi vî awayî Komele dixwaze di karê xwe de bibe xwedî perspektîfeke ewrûpî.
Derbarê DKJV û projeyên wê de em bi birêveberê komeleyê Kahraman Evsen re peyivîn.

DKJV çawa hat damezrandin, înîsiyatîfa kê bû?

Weke kesên înîsîyatîf dayî destpêkirin, me got Komeleyên Huqûqnasan ên Fransî-Elman, Emerîkî-Elman  hene, me got çima yeke Elman û Kurd nebe. Pirsgirêka me ew bû ku em nikarin xwe li ber fransî û emerîkiyan bigirin ku ew xwe disipêrin dewletên netewe yên heyî. Herçî Kurd in, miletek in ku li ser erdên çar dewletan belav bûne. Bi her halî înîsîyatîf kanûna 2014´an destpê kir li ser tor û tevnên civakî yên li ser înternetê. Broşorek hat amadekirin. Paşê jî peyivîn û civîn li pey hev hatin.  Dawiya Çieyê 2015´an li Frankfurtê civîna me ya destpêkê çêbû. Li wir destûra komeleyê jî hat qebûlkirin. Ji hingê ve 4 civînên me yên endaman pêk hatin. Hejmara her zêde bû û 27´ê Hezîrana 2015´an li Frankfurtê me şahiya damezrandina komeleya xwe li dar xist. Niha bîhtirî sed endamên me çêbûne.

Li gorî destûra komeleyê armancên sereke yên komeleyê çi ne?

Yek ji armancên sereke xebata me ya li Elmanyayê ye. Li Elmanyayê ji her aliyê Kurdistanê gelek Kurd dijîn. Û ji ber şerê li Sûriyê ji rojavayê Kurdistanê her diçe bêhtir Kurdên tên Elmanyayê. Ji ber ku meseleya koçberî û întegrasyonê mijarên girîng in niha, em dixwazin li ser mijara întegrasyonê ya civaka xwe uê civakên din de jî bixebitin. Nexasim jî bi daxuyaniyên çapemeniyê û konferansan em li raya giştî xwe nîşan bidin.
Li aliyê din em dixwazin alîkariyê bi komeleyên Kurd re bikin ku xwe pispor bikin. Xebatên xwe dimeşînin, lê bi rengekî agahî û zanîna huqûqî kêm e. Mirov çawa fermî xwe qeyd bike, çawa xwe birêxistin bike da ku mirov cidî were dîtin. Mirov dikare vê bipêş bixe da ku dîtbariya komeleya xurttir bibe.
Li aliyê din em komeleyeke pîşeyî ne, em komeleyeke berjewendiyê ne. Em dixwazin ku huqûqnasên Kurd û yên ne kurd lê bi mijara Kurd re elaqedar tevnekê ava bikin di nav xwe de da ku ji zanîn û tecrûbeyên hev sûdê wergirin.
Mijareke din a sereke bûyerên li Kurdistanê ne, weke êrîşên DAIŞ´ê li Kurdistanê, qirkirina Êzîdiyan gelekî tesîr li me kir. Li Kurdistanê em dixwazin ji bo demokrasî û dewleta huqûqê bi derfetên xwe yên kêm bixebitin. Weke mînak bombekirinên erda Başûrê Kurdistanê bi destê Tirkiyeyê bi awayekî eşkere binpêkirina huqûqa navdewletî ye. Me fikra xwe derbarê vê bûyerê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.
Di nava civaka Kurd de jî em girîng dibînin ku em hindikahiyên weke Êzîdî û Xirîstiyanan, biparêzin. Lewma ev karê komeleya me ye ku em îşaret bi vê yekê bikin. Lewma di nava me de Êzîdî jî Xirîstiyan jî bi sedsalan rastî zextê hatin û neheqî li wan hatin kirin.

Em komeleyeke serbixwe ne û ji bo me girîng e ku em karibin bi hemû hêzên demokrat re karibin bixebitin. Di nava me de jî endamên cihê hene. Em naxwazin ne li cem partiyekê bin û ne jî i dijî partiyekê bin.


Li Elmanyayê Kurd bûn mexdûrê siyaseta dewletê, hem weke Kurd û hem weke koçber. Gelo projeyên we hene ku hûn di warê huqûqî de alîkariyê bi wan re bikin?
Em vê sala pêşî dixwazin bi minaqeşe û peyivînan hev nas bikin, baweriyê bi hev bînin. Ev girîng e ji bo ku komeleyek baş bixebite. Piştî vê sala yekem em dixwazin xwe bidin projeyan. Ji ber ku yek ji mijarên me yên sereke întegrasyon e, em dixwazin dest biavêjin mijara penaberiyê û biyaniyan, xebata agahdarkirinê bimeşnin,  bi semîner û çalakiyan vê xebatê xurt bikin. Ya rastî ji niha ve jî em çalak in. Weke mînak di Îlonê de em ê biçin serdana Parlemana Federal a Elman ji 25 ta 28´ê Îlonê em ê siyasetvanên ji her çar partiyên mezin bibînin. Em ê ji wan re eşkere bibêjin, em Kurd wisa hîs dikin ku neheqî li me dibe. Kurd bi awayekî birêkûpêk rastî neheqiyê tên. Kurd nayên dîtin ji bo xêra hevgitrina Tirkiyeyê û NATO´yê. Em vê qebûl nakin. Em ê ji siyasetvanan re bibêjin, li Elmanyayê lidervehiştineke bi rêkûpêk a civaka Kurd heye.
Mijara din a agahdarkirinê ye. Em ê Çiriya Paşîn a bê konferanseke pîşeyî li dar bixin û komeleyên huqûqnasan ên em nas bikin vexwînin û li ser mijarên biyanî, mafê penaberiyê, koçberiya nû ber bi Elmanyayê ve minaqeşe bikin û hewl bidin ku danezaneke hevpar biweşînin.       

Tevlîbûna şîrket û siyaseta Elman di Enfalê de û qedexekirina PKK´ê du mijar in ku tesîrê gelekî li Kurdan dike, helwêsta DKJV çi ye?

Em bi awayekî eşkere dixwazin qedexekirina PKK´ê were betalkirin. Ev neheqiyek e ku ti bingehên wê nînin. PKK´ê di rabihuriyê de belkî şaşî kiribin, lê wê îsal bi xwe bi awayekî fermî lêborîna xwe xwest. Em bi herhalî vê helwestê silav dikin.
Bi ya me nabe, ne di warê huqûqî de û ne jî di warê siyasî de ku PKK û DAIŞ li ser heman lîsteya rêxistinên terorîst bin. PKK*ya ku bi hezaran Êzîdî ji qirkirinê xislas kirin. Ev bingeha fikra me ye û li Berlînê j beramberî siyasetvanan em ê vê helwêsta xwe biparêzin. Ev mijarek e ku em jê gavê paş ve naavêjin. Niha hin dozên huqûqî li dijî vê lîsteyê hene. Lê ev ne mijareke huqûqî bi tenê ye, di heman demê de siyasî ye jî û ji bo vê xebata loibiyê jî divê. Karê me ew e ku ji bo civaka Kurd berfereh bikin û bigihînin hemû partiyan û ne bi tenê bi partiya çepgir Die Linke ve asê bikin.

Mijara Enfalê gelekî tevlîhev e. Herçî Enfal, komkujî û qirkirin in, wê di dema navîn û dirêj de bibin mijarên me ku em ê li ser wan bixebitin. Ji bo vê em dixwazin bi huqûqnasên li Kurdistanê re jî rûnin. Em dixwazin binihêrin ka li ku derfet heye ku bi vekirina dozan di warê huqûqî de em tiştekî bikin. Ka êdî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpî li Strasbûrgê, ka Dadgeha Gunehên Sûc dibe.


LUQMAN GULDIVÊ
NAVENDA NÛÇEYAN