Xwîşka Seyîtxan Enç, Hatun Enç da zanîn ku beriya birayê wê bê kuştin ji bo ji dergistiya xwe re gustîlekî bistîne çû ser sînor. Enç bi lêv kir ku dê hesabê vê kumkujiyê bipirsin.
Gava bedena parçebûyî ya Seyîtxanê 21 salî di binê wan zinaran derdixin, tiliya wî ya eşedê ya li hewa balê dikişîne. Jiya na Enç ji wekî jiyana 34 hevalî wî, dilê mirovan dişewitîne. Ji bo ku ji dergîstiya xwe re gustîlekî bistîne, di şertê zivistanê ên xedar de çû ser sînor û dê bihara pêşiya me bizewiciwa.

Amadekariyên zewacê dikir

Xwîşka Enç, Hatun Enç a 26 salî da zanîn ku bavê wê 21 yek salî cerdevaniya gund kiriye û 300 TL miaş standiye. Enç bi lêv kir ku ji ber komkujiyê bave wê êdî zêde nikare li ber xwe bide, gotinê xwe wiha domand: "Seyîtxan dê bê biharê bizewiciya. Di sersalê de ji bo dergîstiya xwe gustîlekî bistîne, çû ser sînor. Zarokê 6'emîn ê malbatê bû. Birayê min di tebaxê 2011'an de ji leşkeriyê hatibû. Piştî ji leşkeriyê hat, 4 meh şûn ve hat qetilkirin. Ji bo gustîlekî û ji bo kûpe mazot çû ser sînor. Bavê min cerdevanê teqewîtî ye. Malbata me 8 kesin û miaşê bavê min 300 TL ye. Ji bo vê birayê min serî li karekî wiha da."
Enç bang li serokwezîr Erdogan û li serokomar Gul kir û got kesên divêjin em birayê kurda nin çima lêborînê ji me naxwazin û got "Dewlet li kuye?" Enç wiha pêde çû: "Tenê Beşîr Atalay şandin û ew jî nehat konê şînê. Kes nehat mala me. Çûn mala xizmekî me. Ji bo sersaxiyê nehatin mala me. Em li gund dijîn. Pirsgirêkên gund gelekin. Heke Tayîp Erdogan heta niha li vê derê fabrîqayek li vir ava bikira, dê birayê min neketa vê riyê. Ez bangê dewletê cîhanê dikim, heke kurd û tirk birane wê demê ev komkujî çiye. Ev 35 heywan bûn wana qetil kir."

'Ev çi edalet û hezkirin e?'
Hatun Enç destnîşankir ku êdî ew naxwazin tu dayik û xweşk bigirin û ev tişt anî ziman: "Em tazmînata nan jî naxwazin û em ê serî li DMME'yê bidin. Ez ji bo kesên êşa me parvekirin spasiyê xwe dikim û bang li Erdogan dikim bila were mala me û lêborînê ji me bixwaze. Em di şînê de bûn, wana sala 2012'an pîroz dikir. Fîşekê hewayî diteqandin. Tayîp Erdogan divê 'Em bira ne. Li pişt wan BDP heye.' Heke em birayê hev bin wê demê çima ji me lêborînê naxwazin. Çima êşa me parvenakin. Edalet ev e, hezkirin ev e?"

'Em dê hesap bipirsin'
Enç da zanîn ku êdî ew dixwazim qêrîna wan bê bihîstin û ev tişt got: "Em gelekî êşê dikişînin. Ez bawernakim bavê min êdî vê êşê rake. Ew çawa ji bo zarokê xwe tamîş nabin, em jî tamîş nabin. Ma kurd heywanin li zarokê xwe xwedî dernekevin. Heke mirovatî hebuya, dê ev komkujî pêk nehata. Birayê min çû, ez êdî naxwazim hin dayikên din vê eşê bikişînin. Bavê min em bi zor û zehmetiyê anîn vê rojê. Lê ez bawer nakim bavê min vê êşê êdî rake. Birayê min mirovekî gelekî stuxwer bû. Mêja xwe dikir, rojiya xwe digirt. Mirovekî pir xweşik bû." Enç herî dawî aşkere kir ku dê hesabê vê komkujiyê bipirsin û dê vê komkujiyê tu carî ji bîr nekin û dê heta dawiya emrê xwe li têkoşîna xwe, xwedî derkevin.

SERKAN KURT - DÎHA/ŞIRNEX