Nerazîbûna ji bêdengiyê
Sazî û partiyên Kurdan êrişa dewleta Tirk a li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê rûreş kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê da.
YNK, GORAN, PYD, KODAR û gelek sazî û partiyên Kurd êrişa dewleta Tirk a li dijî Mexmûra ambargo li ser rûreş kir. Wan şehîdkirina sê jinan li baxçeyê wan jî şermezar kir, û nêrazîbûn nîşanî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî da ji ber ku NY ji wargehê berpirsiyar e.
Li binê nameya vekirî îmze û mohra 56 partî, rêxistin û saziyan heye. Wan got, “Dinya hemû niha bi şewbê daketiye, dewleta Tirk jî vê ji xwe re dike firsend û êrişên xwe yên li dijî miletê Kurd zêdetir dike. Em êrişa dewleta Tirk li dijî wargeha Mexmûrê bi şid rûreş dikin.
Hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, tevî NY’yê li beramberî vê komkujiyê bêdeng man. Ev bêdengî dike ku dewleta Tirk ji bo dewamkirina êrişên xwe wêrek be. Em vê bêdengiyê bi ti awayî qebûl nakin.
Êrişa li dijî Wargeha Mexmûrê bû û diheman demê de li herêma Zînê Wertê di navbera pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê de arîşe zêde dibe. Dibe ku ev rê li ber şerekî navxweyî veke. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Şerê di nav partiyên Kurd de xizmeta dewletên dagirker, nexasim ya dewleta Tirk dike.”
Bang li serok û hikûmeta Başûrê Kurdistanê
Bi daxuyaniyê sazî û partiyan bang li serok û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir: “Beramberî êrişên dewleta Tirk bêdeng bûn û xemsarî, ji bo miletê Kurd giran e û bi ti awayî nabe ku bê qebûlkirin. Divê hûn li dijî van êrişan nerazîbûnê nîşan bidin û helwêsta xwe diyar bikin. Wekî din divê ambargoya li ser xelkê Wargeha Mexmûrê bê rakirin, ji ber ku ev ambargo êdî ji bo miletê Kurd gihîştiye wê asta şermê.
Em bang li miletê Kurdistanê jî dikin; êriş û dijminahiya dewleta Tirk li dijî hebûna miletê Kurdistanê ye. Dinya beramberî felaketa vîrusê hewl dide xwe biparêze, dewleta Tirk bi israr dijminahiya Kurdan dewam dike û bi tevahiya hêza xwe hewl dide destketiyên miletê Kurd tine bike. Li hemberî êrişên wê divê em hev bigirin; partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, întelektuel, hunermend û çapemeniya Kurd divê bibin yekdeng.”
Yên ku mohra wan li bin nameyê
Partî û rêxistinên mohra wan li binê nameyê heyî ev in:
• YNK
• Tevgêra GORRAN
• KCDK-E
• TJK-E
• Partiya Şûî Kurdistan
• Partiya Zahmetkêşan
• PADÊ
• Tevgêrê Azadî
• PYD
• P.D.K.S
• Partiya Çep a Kurd li Sûrî
• Tevgera Nûjen ya Kurdistanî
• Partiya Demokrata Kurd li Sûriya (El Partî).
• Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriya.
• Partıya Çepa Demoqrat a Kurd le Sûriya.
• PYDKS
• Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriya.
• Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriya.
• Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriya.
• Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriya.
• Partiya komanist a Kurdistanî li Sûriya.
• PÎK
• KKP
• Tevgera Kawa
• PJAK
• Yakyatî Şorişgêrî Kurdistan
• KODAR
• KJAR
• Plattform Zagros
• Plattform Yarsan
• Yarî Kurd
• Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
• FEDA
• NAV – YEK
• CÎK
• Înstîtuya Kurdî – Elmanya
• Înstîtuya Kurdî – Bruksel
• MŞD
• YMK
• YES
• Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlin
• Sîwana Meclîsên Jinan ên Êzîdî
• DKF e.V Dresden
• Kongreya Gel a Mezopotamyayê
• Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê
• Kurdistan Human Rights Association – BERLÎN