Parlementera Partiya Çepgir a Swêdê Amineh Kakabaveh ji ANF’ê re axivî û bal kişand ku tişta ku li Roboskiyê qewimî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû mirovahiyê trajediyeke mezin. Kakabaveh bang li hemû kesên ku dibêjin “Ez mirov im” kir ku li hemberî vê komkujiyê rabin û got; “Ev tiştên ku qewimî nîşan dide ku Tirkiyeli hemberî gelê xwe tu berpirsyartiyên polîtîk, exlaqî û mirovahî tune ye. Tişta ku bi fikar jî ew e ku raya giştî ya navnetewî li hemberî vê komkujiyê bê deng e.”

'Dewlethe sivîl kirin hedef'
Kakabaveh diyar kir ku destnîşan kir ku dîkdator û welatên din rola “qehremantiyê” didin Tirkiyeya ku xwîna Kurdan bi destê wê ve ye û got; “Divê li hemberî vê komkujiya ku dewleta tirk li welatiyên xwe dike, hemû cîhan rabe ser piyan.”
Kakabaveh diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan polîtîkaya tunekirinê dimeşîne, ji ber ku nikare gerîlayan tune bike, êrişê gel dike û ji bo domandina şer tişta ji dest wê tê dike.

'Tirkiye li ser rêça Saddam e'
Kakabaveh got, “Dewlet, hikûmet û leşkeran jî dizanîn ku kesên hatine qetilkirin ne gerîla ne, gundiyên ku neçar dimînin qaçaxçitiyê bikin in. Ger kesên hatin qetilkirin gerîla bûna jî, dewleta Tirk dîsa ji ber vê komkujiyê ne mafdar bû. Dê çi lêkolîn bikin? Dê ji niha û pêve rê li gundiyên sivîl ên ku debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikin, bigirin. Tişta ku Seddam anî serê Kurdan, îro Tirkiye tîne serê Kurdan. Gundên wan dişewitînin, bombebaran dikin û kîmye bi kar tîne.”

'Divê rayagiştî ya cîhanî xwedî helwest be'

Parlementerên Partiya Sosyal-Demokrat a Swêdê Roza Guclu Hedîn û Shadiye Heydarî jî bi daxuyaniyeke hevpar komkujiyê şermezar kirin. Parlementeran dan diyarkirin ku dewlet dizanî gundî li wir qaçaxçîtiyê dikin û piştre dibêjin ‘me got qey gerîlan e’ û diyar kirin ku mirov nikare ji vê yekê bawer bike. Her du parlementeran bang li raya giştî ya cîhanî jî kirin ku li hemberî vê komkujiyê bibin xwedî helwest. 


MURAT KUSEYRÎ




'Emê Roboskiyê bibin Parlamentoyê'

Serokê Giştî yê Partiya Çepgir a Swêdê Lars Ohly, Komkujiya Roboskiyê şermezar kir û got ku bi girtin û bombebaranan ewlekarî pêk nayê. Ohly diyar kir ku dê ji Hikûmeta Swêdê daxwaza bikin ku li hemberî komkujiyê helwest û bertek nîşan bide. Ohlyi, got: “Em ê komkujiyê bibin Parlamentoyê.”
Ohly di hevpejvînê diyar kir ku li aliyekî rejîma Tirkiyeyê bi înfazên bêdaraz komkujiyan pêk tîne; li aliyê din jî, rojnameger, parêzer, rewşenbîr, xwendekar û siyasetmedarên Kurd bi aweyekî komî digire û davêje zîndanan. Ohly got ku li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê, bêdengiya dunyayê nabe ku bê qebûlkirin. Ohly xwest ku Yekîtiya Ewrûpayê û Swêd dest ji vê bêdengiyê berbidin û li hemberî binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê rejîma Tirkiyeyê pêk tên, dengên xwe berz bikin.
Ohly yê ku got, ‘Em ê Komkujiya Roboskiyê bibin Parlamentoya Swêdê’, ji bo komîsyona lêkolîna komkujiyê jî got ku yên ku komkujî pêk anîne, nikarin bi aweyekî serbixwe û bêalî lêpirsîn û lêkolînan pêk bîne, lewre divê komîsyonan lêkolînê serbixwe be û têde erdarên dewletê cih negire.Lars Ohly got ku divê êdî hikûmet û dewleta Tirk têbigihêje ku bi Kurdan bi diyalog û muzakereyên heqiqî dema çareserkirina pirsgirêkan hatiye; divê hikûmeta Tirk demildest bi BDP’ê re dest bi hevdîtinan bike.