Bi analîseke berfireh pirtûk ji nêerîneke fereh a pirralî a ku guhertinên cografî di pêkhatina nasnameyê, liderhiştin û seferberiya siyasî de li her çavan dig ire. Nivîskar minaqeşeya pirralî ya peydabûna welt, nasname, mar û hebûna li dinyayê ya Kurdan diking. Ji bilî xisleta pirsgirêka Kurd a week mafên komî yên civakekê, pirsgirêkeke têkiliyên pirralî (bi maneya ku weke obje ew dikare bi têkiliyên xwe yên di mekên de bi objeyên din re dikare were fêmkirin) ye jî. Ji her vê yekê jî nivîskar rêze-pirsên cihê dikin da ku li mijarên li jêr bikolin: kîjan stratejiyên pirralî hatina bikaranîn ji bo miameleya bi pirsgirêka Kurd re? Kurdan kîjan stratejiyên pirralî bipêşxistin ji bo derketina ji heqî dewletê, siyaseta neo-lîberal? Ev pirtûk wekî din der dixe pêş ku nasname û mekan taybetmendî û yekanebûna wan ji ber prtîkên civakî û têkiliyên civakî ye. Ji ber vê jî ev pirtêk ji bo akademiyayê nexasim jî ya elaqedar e bi lêkolînên KUrdî re pirr girîng e.

Di pirtûkê de Gambetti û Jongerden nivîsên  Azad Gündoğan, Eray Çaylı, Zerrin Özlem Biner, İlker Cörüt, Marlies Casier, Gülay Kılıçaslan, Neslihan Demirtaş-Milz û Cenk Saraçoğlu, Ayşe Seda Yüksel, Haydar Darıcı, Ali Ekber Doğan û  Bediz Yılmaz, Deniz Duruiz û herî dawî İclal Ayse Küçükkırca berhev kirine. Ji Karkerên demsalê heta bi siyaseta kurd a mehelî, bi vî awayî ketone ber analîzên pirtûkê. Joost Jongerden Asîstan Profesor e di beşa geşedanan civaknasî û antropolojiyê ya zanîngeha Wageningenê li Hollenda; Zeynep Gambetti Professora teoriya siyasî ye li zanîngeha Bogaziciyê.


LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN