
Şoreşên ku gelên bê welat û ji şoreşên gelên bi welat ferq û cudahî di navera wan de çi ye? Ji bo rastiya şoreşa ku mirov li gorî naveroka wan nirxandinek rast bike, bersiva rast dayina vê pirsê watedar e. Di dîrokê de gelek şoreş bi armanca aşîtî, azadî û wekheviyê hatine kirin. Gelek şoreş jî bi armanca hêbûn û nasnameya xwe bidin qebûl kirin hatine kirin. Kêm şoreşên ku çêbûn van herduyan bihev re kirin armanc. Yek ji van şoreşan, şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye ku bû lutkeya kombûna hemû nirxên mirovahî, dîroka gelê Kurd û bi taybetî bû dengvedana berhemên tevgera azadiyê ya çil salan a bi pêşengiya paradigmaya Rêbêr Apo ava bûye.
Diyalektîka di nava şoreşê de şoreş
Şoreşa Rojava bi diyalektîka şoreş di hûndure şoreşê de çêdike. Weke ku derkêt holê şoreşeke civakî, exlaqî, çandî, siyasî-polîtîk, azadiya jin bi ve wateyê înşaya civaka nû û mirovên nû ya ku li ser hîmen komunal û hevjiyana azad xwe ava dike.
Di şoreşê de ya herî girîng li ser xeta parastina rewa, di bingeha felsefeya xwe parastinê bizane, hêza ku rizgar dike û diparêze da ava kirin.
Wek tê zanîn bi hevpeymana Skys-Picot Rojhilata Navîn hate dîzaynkirin. Di vê rewşê de hem Rojhilata Navîn hem gelên herêmê bi taybetî jî gelê Kurdistanê ket rewşeke nû û awarte. Parçekirina Kurdistanê perçekirina gelê Kurd bû. Kurdistan kirina çar perçe û her perçeyekî wê dane rejîmên cuda. Di van welatan de li ser gelê Kurd polîtikayên bişaftinê, operasyonên li ser hiş hatin çêkirin. Di van operasyanan de armanc, di civakê de hişmediya xwe înkarkirin û perçebûn ava kirin bû. Ev ne tenê bi qetliyamên fizîkî bi qetliyamên ruhî, derunî, çandî, ziman kirin re, xwestin bikin sîxurê xwe û tabîê xwe. Her daîm rêbaze zext û zorê bikar anîn, jiyan ji gelê Kurd re wergeriya kabûsê. Ruhe azadiyê yê di Kurdan de heye bû sedema raperînan. Rejîmên deshilatdar xwestin vî ruhê berxwedêr û şoreşî tune bikin. Ji ber vê êrişên hovane birin ser gel û qetliyamên pir bi xwîn pêk anîn.
Yek ji van parçeyan ê zor û zahmetî dît Rojavayê Kurdistanê bû. Yek ji van rejîman jî rejîma BAAS a zalim bû. Pêkanînên mîna Kembera Ereb ên ji bo bişaftina gel xistin rojevê. Dîsa erdê Kurdan ji wan standin û dan Ereban. Bi sed hezaran mirov bê nasname hiştin, hemwelatîbûna Ereb jî ji gele Kurd re zêde dîtin. Ji deh hezaran mirvên ku serî hildan hinek akûbeta wan ne diyar e, hinek di gîrtîgehan de di bin îşkenceyê de şehîd kirin û hinek jî hîn di zindanên BAAS de ne. Di milê çandî de û netewî de jî ji bo civakê bê kok bike cejnên netewî hatin qedexe kirin.
Piştî ku tevgera azadiyê li Rojavayê Kurdistanê kete nava liv û tevgerê bû paşorejeke ronî ji gelê me re. Tişta ku tevgera azadiyê di gel de ava kir; kur kirina ruhe netewî û welatparezî, parastina çand, ziman û têkoşîna nasnameya azad bû. Bi taybet di aliyê civakî de xwedî bandoreke gelekî mezin bû. Têkoşîna ku 1980’yî dêst pêkir di naveroka xwe de ava kirina nirxên civaka exlaqî û polîtîk bû. Daneheva van nirxan bû bingeha pêngava Şoreşa 19 Tîrmeh a 2012’an. Şoreşa Rojava wek Şoreşa Fransa, Şoreşa 17’ê Cotmehê derket, deng da lê bi demê re xwe gihand asta pêşengtiya ronesansa Rojhilata Navîn bike. Ronesans a ku em behsa wê dikin li ser esasê paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin de guhertinên ku çêkir xwedî bandoreke pir mezin e û guhertinên pir mezin di civake de ava kirin. Şoreşa Rojava demokratîk û laîk e. Ne tenê bû şoreşa gelê Kurd, bû şoreşa tevahiya gelan. Bêyî ku farq û cudahiyê bike navbera ol, ziman û çanden gelan, herkes tevlî şoreşe kir. Vê jî hişt ku rê li ber nakokiyen sunî, mezhebî, qawmî hwd veneke. Tevahiya civakê li ser rêgez û prensîbên hevbeş kom kir.
Girîngiya Şoreşa Rojava ewe ku gelekî ku hebûna wê dihate înkar kirin û ji her tiştî mahrum hatibû hiştin bû pêşengê ve şoreşê, mohra xwe li dîrokê xist, bû hêza pêşeng û modela civaka nû.
Şoreşa jinê
Li Rojava înşaya civaka nû, bi awayekî komunal ku gel rêvêberiya xwe bi sîstemeke hevserokatî ku jin û mêr bi avayek wekhev hem civakê înşa dikin hem birêvê dibin. Di heman demê de Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Îro di qada siyasî, civakî, diplomasî, aborî û her qada jiyanê de jin pêşengiyê dike. Asta zanistiya jinê di heman demê de şoreşa vegera li cewherê xwe bû. Di her qadê de jin bi hêza xwe û bi îradeya xwe ya azad, bi biryara xwebûna xwe têdikoşe û dibe mudaxaleyeke li di zihniyeta dêshilatdariya mêr û paşverutiya jin re. Ev jî bû mudaxaleya hişmendiya zilamtî û çanda wê û bi mudaxaleya xwe zilam jî ji nû de ava kir.
Şoreşa Rojava ya di pêşengiya jina Kurd de pêş ket, zîvirî pêşengiya tevahî jinên cîhanê. Ev berhem helbet bi hesanî pêş neketin li hember kevneşopî, feodaltî, paşverutiya jin têkoşîna ku hate kirin ava bû. Ji milekî dîtir ve Şoreşa Rojava bû şoreşa tevahiya Suriyeyê. Bi pêşxistina projeya Federasyona Bakurê Suriyeyê da nîşandan ku projeya çareseriya herî bingehîn a gelê Suriyeyê ye.
Qada parastinê
Yek ji qada ku pêwîste bal were kişandin jî qada parastinê ye. Di Şoreşa Rojava de du xetên esasî hebûn; yek jê paradîgma yanî milê hişmendî, ya dîtir jî xeta parastinê bû. Çiqas nirx werin ava kirin heger mekanîzmayeke parastinê nebe ev nirx we rojekê ji dest biçin. Li ser ve bingehê, parastin stratejîk hate dest girtin û YPG-YPJ li ser bingehê parastina rewa hatin avakirin. Bi rêgeza; ‘heza dunyayê ya min be jî ezê êrişî kesî nekim, lê dunya jî were ser min ezê xwe biparêzim’ hate ava kirin. Hêzên parastine ne tene bi feraseta leşkerî an jî rizgarkirina ax hatiye ava kirin. Di heman demê de çanda xweparastin û zanistiya wê ava dike. YPG-YPJ mudaxaleyeke ji hişmendiya milîtarîzmê re ye. Ji ber tevahî artêşên ku bi Sargon dêspekir û heta roja me weke hêzên parezvanên kraliyeten deshilatdarî, hêza dagirkerî, zordestî û talanê bûn. Di heman demê de weke darê tirsê li ser pişta gelan bûn.
Di qada xweparastinê de jina, bi hebûna xwe guhertinên pir mezin kirin. Hebûna jin a bi navê Yekîneyên Parastina Jin-YPJ ku 4’ê Nîsan a 2013’an ava bû; bi hezaran jin wek yekîneyên xweser di nav Yekîneyen Parastina Gel-YPG de cihe xwe digre. Ev rexistinbûn ji bo jinan jiyanî hate ditin û li ser ve esasê hate ava kirin. Di encama tecrubeya têkoşîna jinan a sedan sal, bi taybet jî tecrubeya YJA-STAR a ku di hundurê tevgera azadiyê de cihê xwe digre, ji YPJ re bû çavkaniya îlham û baweriyê. Hişmendiya teoriya gule ya Rêbêr Abdullah Ocalan pêşxist ev hêz hate ava kirin. YPJ tenê ne hêza leşkerî ye di heman demê de hêza xwe parastinê, hêza çandî û îdeolojîk e. YPJ, ji şer re penase û dîtineke nû anî, şer bi armanca azadî, xweşikbûn, wekhevî û xwebûnê dike. Hêbûna YPJ di qada parastinê de bû mîsogeriya ku ji xeta xwe parastina rewa dernekeve.
Berxwedana Kobanê ya ku di pêşengiya jina Kurd de pêş ket, gihişt zîrveya dengvedaneke cîhanî. Hişt ku YPJ bibe hêzeke enternasyonal, her jinê ku nasnameya xwe digere cihê xwe di nav YPJ’ê de bibîne. Îro ji tevahî pêkhateyên Suriyeyê û gelên cîhanê gelek jin cihê xwe di nava YPJ de digrin. Êdî YPJ gihişt asteke ku tevahî herêmên ku tên rizgar kirin, ji jinên wê heremê heza wan a parastinê ava bike û tevahî derfetên madî, manevî û tecrube ji xizmeta wan re pêşkêş bike. Avakirina Tabûren Jinên Şehba, rexistinkirina jinên Minbicê giha wê astê ku jinên Minbicê amedekariya xwe ya îlankirina meclîsa leşkerî ya jin dikin, mînakên berbiçav yên vê yekê ne.
Her wiha ji rêxistina jinên Suryanî re jî derfet hatine dayin. Ji bo van hêzan akademiyên xweser jî hatine ava kirin. Wekî din pengava rizgarkirina Reqayê de di peşengiya jinan de berdewam dike. YPJ bi tevlîbûna fermandariya xwe pengavê dide meşandin. Bi şervan û fermandarên xwe di çeperên herî pêş de tevlîbûna xwe dide çêkirin û pengava Reqa bi nave tolhildana jinên Şengalê û Reqayê pêşve dibe. Rizgarkirina jinekê nirxê we wek rizgar kirina welatekî ye, lê ev tene têre nake. Avakirina hêza ku azadiya wê bi parêze jî pêwîste. Ji bo ve hemu qadên ku tene rizgar kirin li wir sîtema parastina jin tê pêş xistin. Her pengava rizgariyê ku YPJ tevlî dibe ji bo xwe wek mudaxaleyek li ser deshilatdariya hişmendiya zilamtî dibîne. Em bi ve bawerin, koletiya jin a bi destê DAIŞ’ê ji vê rejîmê dêst pê nekiriye, ji hişmendiya 5000 sal tê.
Tecruba ku li Şengal, Mûsil, Reqa hate dîtin, ku zilam nikare jinê bipareze, lewma pêwistiya jin a pergala xwe ya parastinê di her qadê de ava bike heye. Li gorî xweseriya her qadê mekanizmaya parastinê lazime were ava kirin.
Gelek pengavên girîng di hundire şoreşê de hatin avetin lê mixabin milen kem jî hene. Minak, di aliyê hişmendiya netewa demokratîk ya ku em dixwazin bi bandor bikin, lê hîn jî bandora hişmendiye netewperest di mejiyan de hakîme. Dîsa cudabûna partiyan şuna ku di nav civakê de bibe dewlemendî, civake perçe dike.
Dîsa di aliyê rewşenbîran de kemasî bi zedehî hene. Rewşenbîr, ye ku civakan rêvêdibe, zana dike, xwedî nirxên we yên dîrokî derdikeve, peşengen ronakbîriya civake temsîl dikin. Lê mixabin rewşenbîr asta ku te xwestin de xwedî ve rola xwe derneketin.
Hêza herî çalak ciwanin
Hêza herî çalak ya civakan ciwan in. Şoreşa Rojava rengê ciwantî her daîm dinav xwe de hilgirt û pêşengiya şoreşe kir. Bi hezaran şehîdên şoreşê çêbûn; di temenê ciwan de xwe kirin cangoriyên welat û gel. Lê milê din mixabin, bi hezaran ciwan di dema herî pêwîst de pişta xwe dan welate xwe û çun welate xerîbiyê. Ev jî rewşeke ku pêwiste ne hatiba jiyîn. Ev rojen ku em tê de cejnên azadiyê û rizgariye dijîn dive ciwan careke dîtir berê xwe bidin welat. Bizîvirin û bi şehnaziya serxwebûna xwe lazime bijîn. Li aliyê din di ciwanan de teqlîd kirina çanden derve pir zêde ye. Teqlîd kirin ji cewhere xwe qutbûyîn e. Lewra bi zimanê xwe, çanda xwe, bi dîroka xwe jiyan a ciwanan ji bo paşerojê bir girîng e.
Bi awayekî giştî hişmendî şoreşan çêdike û şoreş jî hişmendiyan diparêze. Ji bo xwedî derketina hişmendiya civaka demokratîk, wekhev û azad ku bi hezaran leheng bûn cangoriyên van nirxan. Pêwiste her yek ji me bibe helwestek li hember milê kesayeta xwe ya kem berpirsiyar û bi rêkûpêk erka ku dikeve ser mile me bi awayeke herî baş em pêk bînin. Û em bibin hîmen civaka exlaqî û polîtîk.