NÎMET OLMEZ / MA / IZMÎR
Berdevka Komeleya Nivîskarên Jin, Sevîm Korkmaz Dînç ku şahidê darbeya 12’ê Îlonê ye, diyar kir ku ew di pirtûkên xwe de şahidiya xwe ya li dîrokê dinivîsine û ji hemû jinan xwest ku wêrek bin û binivîsin. Dinç, anî ziman ku rêya bixwe bawerbûnê tekoşîna hevpar e û got: “Em bang li jinan dikin ku bên cem hev û bi hevre komên xwendin û nivîsandinê ava bikin. Em dibêjin bila jin binivîsin û netirsin.”
Nivîskar û Berdevka Komeleya Nivîskarên Jin a Hevdem, Sevim Korkmaz Dinç, bal kişand ser hebûna jinan a di dîroka nivîskî de û xwest binivîsin. Dînç, ani ziman ku ew di pîrtûkên xwe de serdema nifşên 1978’an û darbeya salên 1980’ê dinivîse.
Dinç da zanîn ku ew di berhemên xwe de bêhtir serdema ku bûye şahidê wê ango, ya darbeya 12’ê Îlonê dinivîse û wiha axivî: “Ez di serdema 12’ê îlonê de serpêhatiyên jinan, cerebeyên jinan û dîroka jinan dinivîsim. Heger em nenivîsin tenê diroka têkoşîna mêr dê xuya bike.”
Hebûna vîna jinê tine dikin
Dînç, destnîşan kir ku pergal bi rêya wêje û huner tundiya xwe li ser jinê ferz dike û wiha dewam kir: “Pergala serdest bi rêya huner bîrdoziya xwe ya serdest xweşik dike, dixemilîne û li ser jinê ferz dike. Çîrok, roman û wêjeya wan jinê dike wekî mal û amûr. Hebûna vîna wê tine dike.”
Dinç got, “Heger îro piçek be jî dengê jinê tê bihîstin, bi xêra jinên şop li pey xwe hiştîn e. Jinên li dijî komkujî û tinekirinê dengê xwe bilind kirine. Li her derê têkoşîna jinê heye. Lê her dem têkoşîna jinê hatiye tepisandin. Çiqas jin xwe perwerde bikin û bi hêz bikin, ew ê karibin ew qasî di dîrokê de cihê xwe bigirin.
Dinç, herî dawî ji hemû jinan xwest ku netirsin û serpêhatî û çîrokên xwe binivîsin û wiha peyivî: “Di salên dawî de jin bi lez ji malê derketin û tev li meydana cemaweriyê bûn. Ji bo jin li vê meydanê karibin li ser piyan bimînin, divê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Rêya bixwe bawerbûnê tekoşîna hevpar e. Em bang li jinan dikin ku bên cem hev û bi hev re komên xwendin û nivîsandinê ava bikin. Em dibêjin bila jin binivîsin û netirsin.”