AKP a ku ji ber helwesta hevpar a raya giştî ya cîhanê li dijî DAIŞ'ê nîşan da neçar ma piştî demekê desteka xwe veşêre, têkiliya wê ya bi DAIŞ'ê re bû mijara rojnameya New York Times.

Hat îdîakirin ku dewleta Tirk ji deriyê sînor ê navçeya Riha Kaniya Xezalan, bi TIR'an zibil û barûdê ji DAIŞ'ê re biriye. Çavkaniyên herêmî dibêjin, 22'ê Nîsana 2015'an 3 TIR ji deriyê sînor ê Kaniya Xezalan derbasî herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê bûne ku ev der ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Çavkaniyan dan zanîn ku TIR ji Stenbolê bi rê ketine, barê xwe yê ji barût û amonyûm nîtrat li qada gumrukê ya DAIŞ lê vala kirine û çeteyên DAIŞ'ê jî ev zibil bi wesayîtan birine Girê Spî. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku piştî serketina Kobanê neçar man vekişin Girê Spî, bi wesayîtên teqemenîbarkirî êrîş dikirin.


'Ji bo bombeyan tê şandin'

Rojnameya New York Times jî di nûçeyeke xwe de nivîsand ku ji navçeya Riha Kaniya Xezalan zibil ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Girê Spî ne, tê şandin, ku ev zibil di çêkirina bombeyan de tê bikaranîn. Di nûçeya rojnameyê ya doh de hat gotin, "gubreyê di çêkirina bombeyan de tê bikaranîn ji Tirkiyeyê diçe ji DAIŞ'ê re." Rojnameyê ji bo vê nûçeya xwe jî wêneyek, ku karker dîsên tê de gubreya amonyûm nîtrat li romorkan bar dike, nîşan da.

Rojnameyê ragihand ku wesayîtên bi barê zibil, di nava du rojan de çar caran ji deriyê sînor derbas bûne û piştî demekê jî bi awayekî vala vegeriyane Kaniya Xezalan. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku ji nivîsên sor ên li ser kîsan tê fêmkirin ku tê de amonyûm nîtrat heye û hat gotin, "Lê belê dema nûçegihanên me çûn ber deriyê sînor wesayît sekinînin. Dema pirsîn ku di wesayîtan de çi heye, xebatkarekî şaredariyê yê bi nûçegihanê me re çû got 'ard' e."


Kîsên amonyum nîtratê

Ji zanîngeha IUPUI ya li bajarê Îndîanapolîs ê DYA Kîmyagerê Tipa Edlî John Goodpaste jî got, dema li wêneyan dinihêre bi awayekî zelal dibîne di kîsan de amonyûm nîtrat heye: Dema zibil û sotemenî tê tevlîhevkirin, bi qasî ji sedî 85ê TNT'yê dibe teqemeniyeke xurt."

Gubreya amonyûm nîtrat ji aliyê DAIŞ'ê ve di çêkirina teqemeniyê de tê bikaranîn û bal kişand ser daxuyaniyên nakok ên rayedarên Tirk. Rojnameyê ragihand ku Berdevkê Şaredariya Kaniya Xezalan Mûstafa Guçlu di destpêkê de derbasbûna zibil red kiriye, lê piştre gotiye, "Eger derbas dibe jî ev ji bo çandiniyê tê bikaranîn."

Di nûçeyê de hat ragihandin ku rayedarekî bi telefonê ji wan re axiviye gotiye, "Her roj bi qasî 500 Sûriyeyî li mala xwe vedigerin û ji her yekî re destûr tê dayîn ku 30-40 kîsên zibil bi xwe re bibin." 


 NEW YORK