Li New Yorkê îsal di nava beşdarên festîvala muzîka gelêrî ya salane GlobalFEST´ê de komeke muzîka ya Kurd jî di nava 12 komên muzîkê de beşdar bû. Koma Tufan Demircî ya ku li muzîk û rîtmên dawetê xist, New Yorkî û bedarên festîvalê li ber rîtmên xwe reqisandin. Tufan Demircî li tembûra elektronîk xist, pê re jî Kenan Can, Raman Darî û Murat Surucu stran gotin û li amûşrên din xistin. Tufan bi xwe Diyarbekirî ye û niha li Holandayê dimîne.   Heta bi New York timesê li ser performansa wî nivîsî û Jon Pareles ê ku jê re rexneya muzîkê dike, ji bo muzîka Kurdî got, weke bagerekê bû: “Tufan Derince û trioya wî, ne ji bo nîşandanê li ser dikê bûn, lê muzîka wan a ji stranên dawetan ên Kurdî tam bagerek bû.”

 

NEW YORK