BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS / GERMIYAN
Li bajarokê Bawenûr, mamostayek hûnerê ji hunermend û xwebexşan komek hunerî a bi navê Newa ava kiriye. Ev kom, ji bilî kar û çalakiyên hûnerî, perwerdeya defê jî dide ciwanan.
Bawenûr ser bi navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê ve ye. Ji ber ku navendeke rewşenbîrî û hûnerî lê nîne, komek ciwanên hûnermend yên bajarokî, bi rêveberiya mamostayekî hûnerê ê xwebexş koma hunerî a bi navê Newa ava kirin.
Ev kom tevlî çalakiyên hûnerî dibe. Niha jî li ser daxwaza xelkê, ciwanan fêrî lêxistina defê dike. 20 kes di vê çarçoveyê de niha fêrî lêxistina defê dibin.
Rêveberê komê Namdar Mihemed dibêje, “Ciwanên Bawenûr ji min xwest, em dersên lêxistina defê bidin. Me koma bi navê Newaya Bawenûr ya xwebexşan ava kir. Niha zêdetirî 20 kesan fêrî lêxistina defê dibin. Roj bi roj ev hejmar zêde dibe. Em hêvî dikin ku êdî rêveberiya hûnerî û rewşenbîrî ya Germiyanê, êdî ciwanên Bawenûr paşguh nekin.”
Seywan Mehmud ku niha xwe fêrî defê dike, malavahiya mamosta û endamên komê dike û dibêje, ev perwerde baş e û ciwanên bajarok giringiyê pê didin.