
Hevseroka Komeleya Demokratîk a Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Zîlan Tanya Newroza 2017’an, helwêsta wan a derbarê êrîşên dewleta Tirk, PDK û DAIŞ’ê ya li dijî gelê Êzîdî ya di rojên Newrozê de nirxand û diyar kir ku dagirkeran xwestiye gel ji dîrok, ziman û nasnameya wan dûr bikin, lê cihê serbilindiyêye ku gelê Kurd di qonaxeke dûr û dirêj de ev siyaset fêm kiriye û pûç kiriye.
Zîlan Tanya Newroza îsal weke qonaxeke nû bi nav kir û wiha peyivî: “Gel bi hemû hêza xwe tevlî pîrozbahiya Newrozê bû. Ev tê wateya serketina tekoşîna azadîxwaziyê. Li rexmê hemû astengiyên rêgirtinê, pîrozbahiya Newrozê baş bû. Dîsan di asteke bê mînak de me dît ku gel li her çar parçeyên Kurdistanê Newroz pîroz kir. Ev jî girêdana gelê Kurd bi sembola serketina Newrozê ve heye.
Yekîtî ji bo biserxistina têkoşîna azadiyê
Tanya got, “gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Newroza Îsal amadekarî kiribûn. Mil bi milê Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê yekîtî û hemfikriya xwe ji bo serxistina tekoşîna azadiyê diyar kir. Her wiha peyameke siyasî ji bo dijminên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ragihand.”
Cejn vediguhere berxwedanê
Zîlan Tanya sedema zextan bi hewldanên dewletê yên ji bo qutkirina gel ji dîrok, ziman û nasnameya wî rave dike û wiha dewam dike: “Cihê serbilindiyê ye ku gelê Kurd di qonaxeke dûr û dirêj de ev siyaset fêm kiriye û parçekirina pêwîst û xwezayî li hember wê pêkaniye. Ji ber wê roj bi roj, sal bi sal rojên cejnê dibin rojên berxwedan û serketinê. Ewa ku li kolan û rêyên bajaran hat asteng kirin, bi meşaleyan li ser banên gundan û bilindahiya çiyan bersiva wan da. Ev jî asta şiyarbûna gelê me ya li hember vê siyaseta dewleta Îranê nîşan dide. Gelê me her wiha hewl dide xwe bigihîne sîstema xwerêveberiya demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê.”
Tanya got,”dagirkirina her parçeyekî, ji bo me dagirkirina Rojhilatê Kurdistanê ye. Kurdistan yek parçe ye û parastina wê ji erkeke wijdanî û exlaqî ye ji bo her Kurdî. Ji ber wê, em amade ne ku bi hemû hêza xwe parastina gelê Êzîdî, Şengal û her parçeyekî din yê Kurdistanê bikin.”
HEJAR RÊBÎN / ROJNEWS