Şiwanî li ser baweriya ola Zerdeşti ya ji bo Newrozê jî axivî û di axaftina xwe de wiha destnîşan kir; "Newrozek din jî heye kû zêdetir aliyê ayîniye kû li roja 23'ê Kanûnê (meha 12) Roj bi Ehrîman re ketiye nav pirsgirêkan de. Li 24'ê Kanûnê Roj windabûye ji ber vê yekê mirov acizbûne, nexweşbûne û bêhn tenbûne. 25'ê Kanûnê Roj ji Ehrîman rizgar dibe û merg (ruh) pîroz dibe û diçe asimanê heftê kû jêre dibêjin mergê pîroz ji ber rizgarbûna Rojê ji Ehrîman, gel wê rojê nanê hişk dixin nav avê de û dixwin û ji xwe re weke rojek xweş û serkeftinê dibînin."
Li dij Dehakên têkoşîna jiyana azad
Şiwanî li ser aliyê mîtolojîk yê Newrozê jî diyar kir ku, B.Z. sedsala 6'an de paşayek ji welatê Yemen bi armanca desthilatdariyê li gelên Arî bike hate welatê Kurdistan û Îrana îroyîn. Şiwanî wiha berdewam kir; ". Ev paşaye gelek zalim û stemkarbû navê wî Dehaq bû. Li gorî çavkaniyên dîrokî dibêjîn Dehaq bi nexweşiyek xirap dikeve û li ser herdû milên wî re dû mar derketibûn. Hekîm jêre dibêjin pêwîste tû her roj, xwîna dû ciwanan bidî herdû marên li ser milên te re derketî û wê bi vî awayî tu dê ji nexweşiya xwe rizgar bibî. Li ser pêşniyara hekîman her roj serê dû ciwanan jê dikirin û xwîna wana bi maran didan vexwarin." Şiwanî diyar kir kû di rastiyê buyerek wisa tuneye, ev aliyê wê yê efsaneye û wiha got; "Bes di vir de zulm, zordarî û stemkariya Dehaq li hember gelan dide diyar kirin. Her roj bi rêzê ve ciwanek ji malekê digirtin, serjêdikirin û xwîna wana didan marên mijara gotinê. Kawayê Hesinkar 7 kur hebûn û 6 kurên wî jibo marên li ser milên Dehaq hatibûn serjêkirin. Dema vê carê hatin kûrê kawa yê heftê bibin, Kawayê Hesinkar di nav gel de dest bi rêkxistin û şiyarkirina gel kir kû dawiyê li vê zulma Dehaq bînin. Piştî gel kom dike êrîşê dibin ser koçka Dehaq û dikujin. Gel ji zulma Dehaq rizgar dibe û bi awayek bê tirs û keyfxweşî jiyana xwe didomînin û dibêjin ev roje di dîrokê de roja nûye, Newroze."
Afrînerê Newrozê Kurdin
Şiwanî, di mîtolojiya Newrozê de balê dikişinê ser giringiya Newroz û girêdana wê bi gelê Kurdve. Şiwanî destnişan kîr ku, di vir de ya girîng ewe kû ta çiqas vê yekê têkiliya xwe bi me Kurdan ve heye kû her salê em cejna netewa KurdNewrozê pîroz dikîn? Li gorî mîtolojiyê dema dû ciwan ji jibo bên serjêkirin dibirin Kawayê Hesinkar yek ji wan dû xortan rizgar dikir û ji wê derê dûr dixist dibir nav çiyayan de diveşart. Yek ji van kesên kû ji aliyê Kawa ve hatibû rizgarkirin Ferîdûn bû. Piştî kû li hemberî stemkariya Dehaq Kawayê Hesinkar serdikeve Ferîdûn dike paşa kû tê gotin Ferîdûn ji binemala Cimşîd Paşa bû. Firdews di pirtûka xwe ya binavê Şahname de dibêje ew ciwanên kû ji aliyê Ejehak ve dihatin kuştin ji nîjadê Gurdin ji tîra qehremananin." Çawa kû ji Kurdan re digotin Kurt, Kertî, Kerdonî, Kersî, Kardûk. Di zimanê Farisî de jî Gurd tê wateya Kurdkû ciwanên dihatin kuştin, ciwanên Kurdbûn û yên li hember zulma Dehaq serî jî hildayî Kurdin. Jibo vê jî mirov dikare bi awayek bê gûman bêje kû Newroz cejna Kurdane. Hemû salan gelê KurdNewrozê bi wateya roja nû, destpêkirina xebatê, nûbûna avhewa, vebûna kulîlkan, ji zulmaha Dehaq û zordaran rizgarbûnê cejna Newrozê di nava keyfxweşî û şahîyê de pîroz dike. Di dîroka gelê Kurdde rojek dîrokiye. Di vê roja pîroz de dawî bi zulma Dehaq ya li ser gelên kû desthilatî li ser dikir hatiye" Li ser guftigoya di navbera Kawayê Hesinkar û Paşayê zalim Dehaq de jî Şiwanî wiha axivî; " Dibêjin guhtigoyek di navbera Kawayê Hesinkar û Ejehak de çêdibe. Kawa ji Dehaq dipirse 'Tu çima ji hemû gelên kû di bin desthilatdariya te de tenê ciwanên Kurdan dikujî û naçî ciwanên gelên din jî bikujî." Ev jî diyar dibe kû cejna Newrozê cejna netewa Kurde. Jibo vê jî gelê Kurdhemû salan 21'ê Adarê dikevin nav nûbûna jiyanê."
Cejna Newrozê ji sê heftiyan pêktê
Şiwanî li ser giringiya Newrozê ya di aliyê civakî de jî wiha axivî; "Girîngiya Newrozê di aliyê civakî de çiye. Newroz çand û şaristaniya gelê Kurdnîşan dide. Destpêka damezrandina dewlet, çêkirina xaniyan, peydabûna jiyan, kirina keyfxweşiyan. Dibêjin cejna Newrozê ji sê heftiyan pêktê. Heftiya yekem kû jêre tê gotin 'Çarşema Sor', hefiya dûwem 'Kuştina Dehaq', heftiya sêyem jî kû dikeve piştî 21'ê Adarê 'Roja Sêzde Bedere'. Di heftiya yekem de (Çarşema Sor) gel diçe ji derve û şevê li dora her malêkê dar tên komkirin û ji aliyê mezinê malê ve agir bi daran tê xistin. Piştî agir tê pêxistin mezin û biçûkên malê xwe li ser agir re davêjin , stranan dibêjin, qêr dikin û ji agir re dibêjin xweşî û tendûristiya xwe bide me, nexweşî û xirabiya me ji xwe re bigre. Herwiha dibêjin di wê rojê de kesên evîndar şirîniyê di nav qabekê de didin heskiriya xwe. Dîsa di heftiya yekem de xwarinek kû ji heft corên kû li gorî hinek jêderan dibêjin hemû cor bi tîpa (s) hinek jî dibêjin bi tîpa (ş) destpêdikin tê belavkirin, destpêdike. Di heftiya sêyem ya binavê Sêzde Beder de jî gel li ser banên xwe agir dike, govend digrin, şahî dikin û gunehên kû di nava wê salê de ji aliyê wana hatine kirin dûa dikin kû yezdan gunehên wana efû bike."
Wateya Newrozê li gorî netewan cuda ye
Jibo neteweyên cuda wateya Newrozê jî Şiwanî da diyar kirin kû Newroz li gorî netewan tê wateyên cuda û wiha bilêvkir; "Jibo gelê Kurdtê wayeta cejan sersalê û cejna netewa Kurde. Li Êraqê jêre dibêjin Eyd Elreb'î, li nav gelên din yên Ereb jêre tê gotin neyroz, ji aliyê Misra kevin ve digotin cejna serê salê û cejna şehîdane kû tê gotin ji aliyê Romiyan ve gel di qirê re hatiye derbaz kirin û gelek kes hatine kuştin jibo wê Newroz roja bîranîna wan şehîdane, ji aliyê Hîndiyan ve jî tê gotin 'Cejna Tîtî yan jî Efrûz'. Di serdema Îslamê de jî piştî Emewiyan ji aliyê Ebasiyan ve Newroz hatiye pîroz kirin û dibêjin gelê Arî jibo rûxandina desthilatiya Emewiyan alikariya Ebasiyan kiriye jibo wê Ebasiyan di serdema xwe de Newroz bibîraniye û piroz kiriye. Jibo me Kurdan giringiya herî mezin ya Newrozê ewe kû şahidê gelê Kurde kû xwedî dîrok, çandek kevne û dirôka gelê Kurddigihe bihezaran salan beriya zayînê."
Newroza hîmê wêjeya Kurdî ye
Herwiha di qada wêjeya Kurdî jî Newroz xwedî girîngiyek bê hempaye. Şiwanî di vê derbarê de jî nêrinên xwe bi vî awayî anîn ziman; "Bi hezaran salane wêjevanên KurdNewroz di helbestên xwe de bi awayê herî biwate û xweş bikaranîne. Ji wana Ehmedê Xanê bi awayek pir xweş û wateyek dewlemend dide Newrozê ka tê çi wateyê, di Newrozê de çawa xweza xemiliye, gel çawa xwe guhertiye, çawa dar şîn dibin, kulîlk vedibin, çawa hewa nûdibe, çawa cejn û şahî tên kirin ji aliyê Ehmedê Xanê ve hatiye nivîsin".
Sembola serhildan û berxwedanê
Di dawiya axaftina xwe de jî Şiwanî diyar kir kû pêwîste gelê Kurddest ji riya Kawayê Hesinkar û pîroziya Newrozê bernede û peyama xwe ya jibo Newrozê wiha da; "Em hêvîdikin hersê parçên din yên Kurdistanê ji rizgar bibin. Ji bo Newrozê di nav hemû Kurdan de xebatên bir baş tên meşandin. Bitaybet li Bakûrê Kurdistanê Newroz bûye roja serhildan û berxwedanê û xebatek bê hempa jibo Newrozê tê dayîn û ev tekoşîna Kurdên Bakûr gihiştiye astek ewqas mezin kû di Newrozê de bi milyonan mirov tên gel hev û jibo azadî û aştiyê qêr dikin. Divê gelê Kurdbi Kawayê Hesinkar re dilsoz bin û heta Dehaqên roja me ya îro tunenekin divê dest ji xebat û tekoşîna xwe ya jibo azadiyê bernedin. Herwiha ez ji têkoşîna gelê Rojava û Bakûrê Kurdistanê gelek bihêvî me û bang li wana dikim kû tekoşîna xwe bihêztir bikin. Ez dibêjim divê yan em koletiyê bipejirînin û bê welat, çand, dîrok, ziman bibînin yan jî divê em rêya Kawayê hesinkar bişopînin û bigihin mafên xwe yên rewa."
DÎHA/HEWLÊR