Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê de di Newroz Amedê de hate xwendin ji aliyê gelek derdoran ve dengên erenî bilind bûn. Rewşenbîr û hûnermendan jî diyar kirin ku ew jî piştgiriyê didin pêvajoyê û divê gavên dewlet diavêjin li gorî aştiyê bin.

 Şanoger Denîz Turkalî têkildarî pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin de axivî û wiha got: "Rastî ez gelek keyfxweş bûm. Pêvajoyekî gelek erenî û bi heycan e. 21'ê Adarê rojekî dîrokî ye. Destpêka dîrokê ye. Vedat Turkalî gotibû 'Li Tirkiyeyê mirovê herî bi aqil Abdullah Ocalan e' Ez tevlî gotinên bavê xwe dibim. Êdî ciwan neyên kuştin gelek bi hêvî ye. Her tişt piştî vê yekê dest pê dike. Weke Abdullah Ocalan jî di peyama xwe de got divê pêvajo bi nîqaş û axaftinê bê meşandin. Di vê pêvajoyê divê li hemberî hemû tiştên li dijî aştiyê radiwestin berxwe bêdayîn. Divê pêvajoya aştiyê berdewam bike. Êdî karê siyasetmedaran e."

'Divê pêvajo bê şopandin'

Solîsta Kardeş Turkuler Feryal Oney diyar kir ku nameya Ocalan nasnameya gelek derdorên cuda yên Tirkiyeyê tîne ziman û wiha got: "Rasti jî nameyek bi hêvî ye. Êdî fikra mirin çênabin gelek baş e. Lê kar ji nû dest pê dike. Di pêvajoya ji aliyê Ocalan ve hate destpêkirin hemû kes di nav de xwe wekhev bibîne gelek girîng e. Divê tu kes xwe rihet hîs neke û pêvajoyê bi baldar bişopîn e."

'Bi zextan nayên çareserkirin'

Lîstîkvan Mahîr Gunşiray diyar kir ku divê piştgiriyê bidin aştiyê û nêrîna civakê bê guherîn û wiha got: "Bi cavê kesên li bajarên mezin dijîn ên di asta nokteya 'Tirkên sipî' na bi çavê gelê Kurd lê bê mezekirin. Divê guh nedin hinek çapemenî û siyasetmedarên rageşiyê pêk tînin. Nişaneya bêçareseriyê ye û dixwazin civakê ber bi şer ve sorbikin. Divê di pirsgirêka Kurd de hinek din objektîf bin. Daxwaza aştî û aramiyê li dijî vê ramanê nîn e. Bi kurtasî çi be bila bibe divê alîgirên aştiyê bin. Tu pirsgirêk bi darê zorê, çek, hêz û zextan çaresernabin û nayên çareserkirin.

'Gavên girîng hatin avêtin'

Solîstê Koma Mogollaran Cahît Berkay bal kişand ku ji bo êşên bi salen tên jiyîn gelek watedar e û wiha got: "Ji bo êşên bi salen tên jiyîn dê bên rawestandin û mirov namirin gelek rewşekî keyfxweş e. Di riya aştiyê de gavên erenî tên avêtin. Ji ber vê yekê divê hemû bi awayekî baldar nêzî pêvajoyê bibe. Divê hemû kêf bike."

'Divê zagon bên sererastkirin'

Hûnermend Servet Kocakaya, destnîşan kir ku têkoşîna çekdar vegere siyasetê gelek ramanekî keyfxweş e û wiha got: "Di vê mijdarê de vina siyasî ya Kurd gavên pêvîst avêtin. Ji bo pêvajo bi awayekî baldar berdewam bike divê dewlet jî bersivê bide. Ev yekê dê bibe panzehîra bêbaweriya dîrokî." Kocakaya, spasî ji hemû siyasetmedarên Kurd ên ji bo aştiyê helwest nîşan dayîn kir û wiha axivî: "Ez dixwazim heman sipasiyê ji aliyê dewlet û hikûmetê re ji bikim. Ji ber vê yekê divê demildest sererastkirina zagonên ji bo demokratîk bûnê bên kirin."
Listîkvan Derya Alabora jî wiha got: "Ez vê pêvajoyê gelek girîng dibînim. Hewcehiya Tirkiyeyê bi hembêzkirin û aştiyê heye. Divê her du alî jî gavên gelek baldar bavêje. Kesên aştiyê naxwazin û nêrînên wan ên cuda hene. Divê êdî çek bêdeng bibin û li ser maseyê bên rûniştandin. Divê bi baldarî, bihestiyarî bê tevgerîn û astengiyên derbikevin pêşiya pêvajoya demokratîkbûnê li ber çav neyên girtin û hemû kes bi dostanî heskirinê hevdû hembêz bikin."


Heviya aştiyê
Hunermend Ayşenur Kolîvar diyar kir ku ew hêvî dike Newroz bibe sedema biharekî bê şer û aştî û wiha got: "Ez hêvî dikim ku careke din êş pêk neyên û aştî pêk bê. Lê serkeftin her tim dibe ku bi xwe re aştiyê neyne. Divê birînên di dilan de başguh neyên kirin û ji bo wan bikewînin ked bê dayîn. Divê ji dayîkên di pevçûnan de zarokên xwe windakirin re bê gotin ku li şuna zarokên xwe me bihesibînin."
Hunermend Suavî jî diyar kir ku peyma Ocalan tê wateye hemû derdorên tên tepisandin xwe bi awayekî azad binîn ziman û wiha got: "Di vê astê de pêvajoya aştiyê li ser milan xwedî giranbaheyekî gelek watedar e. Divê hikûmet binesaziya hemû geşedanên weke efuya giştî, edlî û siyasî amade bike. Divê rapora Roboskiyê careke din li ber çavan bê derbaskirin."

DÎHA/STENBOL