Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kir û bang kir ku berxwedana li dijî dewleta Tirk bê mezinkirin.

Peyama Newrozê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Bi boneya hatina cejna Newrozê ku gelê Kurd û hemû gelên Mezepotamyayê ahengan ji bo wê li dar dixin, em hemû gelê xwe bi vê cejnê pîroz dikin. Eger em wateya Newrozê di berxwedan, jiyan û azadiyê de dibînin, em di heman demê de soza xwe bi şopandina li ser rêya dad, azadî û têkoşîna li dijî stemkarî û zordariyê ya ku vedigere hezar salan, nû dikin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN