Ya rastî belkî ji rola Newrozê di avakirina nasnameyeke hevbeş û wê de, veguherîna wê ya efsaneyeke berxwedanê wê manedar dike: ew berê gotina li ser rabihuriyê bû, niha veguherî gotina li ser roja îroj, heta li ser siberojê.

LUQMAN GULDIVÊ

Bi ya min ji analîzeke bi hûrgilî ya efsaneya Kawayê Hesinkar û wêde, mirov ji Ferdewsî heta bi rêûresma Kurdî, weke mîta avaker li fonksiyona van mîtan li nav Kurdan û Farsan binihêre, mirov wê jinûvemanedarbûna Newerozê di nava Kurdan de çêtir fêm bike. Li vir em ê du varyantên sereke qismî li ber hev bigirin. Paşê bi liberhevgirtina rîtuelên sereke yên sersal û Newrozê jî em binihêrin ka encama em gihiştinê xwe di pratîka pîrozkirina cejnê de jî dide der yan na.

Di Şahnameya Firdewsî (977 heta 1010´ê nivîsiye û diyarî Mehmûdê Xezneyî kiriye) de efsaneya Newrozê wisa hatiye sêwirandin ku vegotineke ku xanedaniya şah û melikên Îranê rewa bike, bê avakirin. Yanî di Şahnameya Ferdewsî de îmtiyaza elîta desthilatdar û rewakirina şiklê desthilata heyî li navenda efsaneya Newrozê ne.   

Yanî bi gotina Firdewsî, Cemşîd weke şahê avaker ê şaristaniya mirovan, aheng û aştî misoger kir û diyarî miletê xwe kir, helbet wî ev bi mafê xwe yê îlahî yê desthilatê kir. Di Şahnameya Firdewsî de “mafê” desthilatê yê şahên Îranê û Newroz bi hev ve girêdayî ne: Weke Cemşîd bi nefsmezinî û jixwerazî be, ev “mafê” hanê betal dibe, tariyeke hezar salî bi ser welatê wî de digire. Wisa diyar e ku dewra necis di temsîla tariyê de ye; heta xirabiya Dehakî bi temamî nakin malê Dehak jî lewma yê wî ji rê derdixe têgeheke mucerred a xirabiyê ye, necis bi xwe ye.

Kawayê fîguran Kawayê aktor û sereke

Em Kurd gava li Newrozê difikirin, çavên me haha digerin da ku navê Kawayê Hesinkar bixwînin. Lê Kawayê Hesinkar di Şahnameya Firdewsî de ne aktorekî sereke ye, ew fîguranek e. Dehak 16 zarokên wî dane kuştin da ku wan marên li ser milê xwe têr bike û ji bo yê 17´an -li gorî varyantê ji 7 zarokan 6, ji 12´an 11 jî hene- jî neke qurban, Kawayê Hesinkar serî radike. Li vir armanca serhildana gel a ku Kawa pêşengiya wê dike, ew e ku Ferîdûnê ji ezbeta Cemşîd e bike şah: Yanî mafê xwedayî yê desthilatê bi serhildana gel wê li xwediyê xwe vegere; gava ev diqewime jî Kawayê Hesinkar tenê dibe drewş û alayê. Weke agahiyeke talî xuya bike jî, em dikarin bibêjin, li vir berxwedan rewşek e ji bo ku ferzên sêwirandina xwedayî bi cih bên.

Divê em behsa wê jî bikin ku li gorî Firdewsî jî ev efsaneya peydabûna Kurdan e. Li gorî wî 16 zarokên Kawa jî di navê de zarokên bi însafa celadan filitîne û xwe li çiyayan girtine, wê bibûna Kurd. Ne bi gotin û xweşkirineke erênî: Dûrî bajaran û şaristaniyê bûn, li çiyayan bûn koçer û zimanekî xwe çêkirin û ew ê heta hetayê dûrî şaristaniyê bimana.

Herçî efsaneyên li nav Kurdan in, ew behsa şah û melikan nakin. Derdê wan hukmê tarîtiyê û şikandina wê ye. Di sêwirandina efsaneyên Kurdan de ciwanên xwe li çiyayan digirin, wê bibin pêşengên serhildanan gel a li dijî gukmê zulmetê. Bi ser de jî rola Kawayê Hesinkar diyarker e, ew xwediyê rola sereke ye û ne fîguranek e ji bo Ferîdûn. Kawa bigewdebûna rêbertiyê û edaleta xwedayî ye: Ew bihara hezar salan nehatî, bi perçiqandina serê Dehakî tîne. Kawa û ciwanên xwe li çiyê digirin jî jixwe Kurd in û pê re jî kirdeyên têkoşîna li dijî zulmetê jî Kurd in.

PKK´ê serketî Newroz kir gotina siberojê jî

Kengî ev kurdbûn di nava efsaneyê de derket pêş? Zehmet e em bersiva vê pirsê bidin; bi her halî ji salên 1970´yî û pê ve Têkoşîna Neteweyî ya Kurdan ev varyanta hanê bêhtir bi kar anî. Yanî efsaneya Newrozê û Kawayê Hesinkar di avakirina netewe de weke mîtên avaker hatin bikaranîn. Tevgera Kurd a bi pêşengiya PKK´ê hem motîfa serhildanê û hem jî motîfa dawîanîna li tarîtiyê di nava minaqeşeya siyasî de serketî bi cih kir. Wê karî û ew îro jî dikare vê yekê hem di avakirina nasnameyê de bi cih bîne û hem jî di seferberkirina girseyan de.

Jixwe, PKK´ê Newroz û efsaneyên elaqedarî wê daimî çalak kirin û wisa bi kar anîn, vê jî rê li ber wê yekê vekir ku Newroz weke mît yan jî efsaneyeke modern ji nû ve bê sêwirandin. Çawa ku Mazlum Dogan weke Kawayê Hevdem hat binavkirin. Lê xisleta siyasî ya Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê nîşan dide ku Newroz bi temamî ji nû ve hatiye sêwirandin; gava ev hatiye kirin, têkiliya wê bi berxwedanê re weke tişta herî sereke hatiye avakirin. Ji ber wê Newroz li Bakurê Kurdistanê cejna berxwedanê ye û li gorî vê jî li efsaneya varyanta li nav Kurdan gelekî tê: Êdî efsaneya hatina cem hev a bi seferberiya girseyî ya ji bo daxwazên siyasî afiriye.

Ya rastî belkî ji rola Newrozê di avakirina nasnameyeke hevbeş û wê de, veguherîna wê ya efsaneyeke berxwedanê wê manedar dike: ew berê gotina li ser rabihuriyê bû, niha veguherî gotina li ser roja îroj, heta li ser siberojê. Ma jixwe, kî be wê gotina serketina mezlûman li dijî zaliman tercîh bike.

   

Salname û pîrozkirin

Gava ku em di pratîkê de pîrozkirina cejnê jî li ber hev bigirin, em dibînin ku awayên pîrozkirin di rêûresma Kurdî de ji ya pirraniya Îraniyên din gihertî ye. Rîtuelên serê salê di Kurmanciyê de beriya bi mehekê dest pê dikin. Yanî beriya Newrozê bi mehekê sewîl tên şikandin di Adarû de, bi bidawîbûna Zîpa re seyran tên kirin. Ya pêşî hema piştî Zîpa ye, yanî hema piştî bi dawîbûna zivistana xedar e. Çarşema piştî Zîpa seyrana yekê ya salê ye û weke Çarşema Reş tê binavkirin. Piştî vê seyranê, çarşema yekê ya beriya Newrozê jî Çarşema Sor e. Bi heman navî li nav Îraniyên din de jî heye. Ji ber ku “sûrî” bi maneya pîroz e jî weke Çarşema Pîroz jî dikare wergera wê bê kirin. Axir îro di nava Kurdan de ev cejn û rêzeseyranên hanê, nîşanên sereke jî bin, li cem pirraniya Îraniyên mayî, Çarşema Sor şeva pêxistin û xwe qevastina di ser êgir re ye. Yanî ew a ku gelek Kurmancan berê bi şikandina sewîl di Adarû de li pey xwe dihişt, yanî xirabiyên sala bihurî, pirraniya Îraniyan di Çarşema Sor de bi qevastina di ser êgir re dikin.

Gava mirov berê xwe dide teqwîma kevin a Îranî ya beriya Zerdeştîtiye, em dibînin ku li wir jî beriya sersalê -ev projeksiyona min e, lewma em nizanin ka tiştekî weke sersalê bi maneya îro hebû li nêv wan yan na - 5 rojên bê nav hene. Wekî din her roja salê ya din bi nav kiriye û hizra hefteyê jî nîne. Di van 5 rojên bê nav de ku li gorî hesabekî ne iseh, teqabulî Zîpa dike, mirov ji bin banan derdikevin, nav malan ji ruhên pêşiyên xwe re dihêlin, ji bo wan cil û bergên paqij, şîr û xwarinê datînin bi hêviya pêşiyên wan ji wan razî bin.

Çarşemên Kurdan Heftsîna Farsan

Di her du seyranên piştî Zîpa û beriya Newrozê de jî mirov ji bin banan derdikevin û heta roj diçe ava jî berê mirovan bawer dikir, çêtir e neçin malên xwe. Van rojan bi tiştên tûj û germ jî emel nayê kirin. Ser û cilşûştin, paqijiya navmalê, por û rihkurkirin wê rojê nayên kirin – çawa ku weke baweriyeke belav berê ji bo temamê çarşeman jî dihat gotin. Hem ji ber nêzîkîhevbûna teqwîmî û hem jî ji ber ku xisletên sereke dişibin hev, ji îhtîmalan e ku rîtuelên Newroz û sersalê li cem Kurdan ji serdemên beriya reformên Zerdeştan mane.

Herçî rîtuelên sereke yên Îranî de mirov divê behsa sofreyê heftsîn bike. Beriya Newrozê li malan sofreyek tê amadekirin û li ser vê heft tiştên navên wan bi tîpa Erebî “sîn”ê dest pê dikin, tên bicihkirin. Ev adeta hanê ne ji beriya Zerdeştîtî û ne jî ji dema wê ye. Ev adetek e, mirov dikare wê weke modern bi nav bike. Ev heft sîn kîjan in? Zebze (Sabze: zîlên genim, ceh yan jî nîskê), Havênê ji ava genim ê şîrîn (Samanak), Sîr, Te’ew (Senced), Sîrke (Serkeh), Simaq (Sumaq), Sêv (Sîb). Ev her heft tişt jî bi dorê sîmbolên kelecan, xêr, parhêz, tovê jiyanê, kêfxweşî, tama jiyanê û tenduristî. Ji bilî van li ser sifreyê neynik û Quran jî tên danîn. Sifre wekî din bi tiştên navê wan bi sînê dest pê nake jî tê xemilandin.

Li cem Kurdan berê di çarşema dawî ya beriya sersalê de ango roja sal diqulibe, û em behsa Newrozê dikin, ha wê Çarşema Sor jî seyrana bi roj heye û li hin deveran bi şev jî di ser êgir re xwe qevaztin heye, ku bela û nexêra parsalê li aliyê din ê êgir tê hiştin. Agirê Newrozê, yan jî sersalê bi xwe, agirekî her kesî ye, heta gelek caran gelek gundan, her yekî ji aliyê xwe ve çend piştî dianîn û li ser girekî ji hemû gundan ve xuya, agirê xwe yê sersalê pê dixistin. Piştî wê çarşemê, 21´ê Adarê jî Newroz weke seyranê dihat pîrozkirin. Gava mirov berê xwe didiyê, di nava Kurdan de aliyê dewra salê ya dinyayê weke aliyê diyarker ê pîrozbahiyan tê dîtin weke rêzeseyranên bi hatina biharê re. Herçî Îraniyên mayî ne, li cem wan rîtuel û rêuresmên fermîtir û muhtemelen bajarîtir cihê xwe girtine ku yek ji van jî «sofreyê heftsîn» e.