Newroz wê li Amedê 11’ê Adarê dest pê bike. Logoya Newrozê wê tecrîd, zextên li ser zimanê dayikê û yekîtiya neteweyî be.

Civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Desteya Rêveber a Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meclîsa Partiyê (MP) li gel hevşaredar û parlementeran, nûnerên Tevgera Jinên Kurd (TJA) a li ser Newrozê li Amedê bi dawî bû.

Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajêr li çapemeniyê girtî pêk hat. Logoya sereke ya pîrozbahiya Newroza îsal wê zextên li ser zimanê dayikê, yekîtiya neteweyî û tecrîdkirina Abdullah Ocalan be.

Pîrozbahiyên Newrozê wê 11’ê Adarê roja Çarşemê li Amedê bi civîneke çapemeniyê dest pê bikin. Civîna çapemeniyê wê li Otela Demîr a Sûrê pêk bê. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar, Hevşseredarên CDK’ê Berdan Ozturk û Leyla Guven, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên partiyên din ên di nava Xebatên Tifaqa Kurdistanê de cih bigirin.

Di civînê de tecrîdkirina Ocalan jî hate nirxandin. Her wiha biryar hate girtin, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan wê çalakiyên demokratîk bên kirin.

 

AMED