Lava, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bihara Ereban, îşaret pê kir ku ev pênc sal zêdetir e di ser bihara gelan re derbas bûne, pêşketin û şerên dijwar li ser xaka Mezopotamya diqewimin û wiha peyivî; “Hêzên hegemonîk û yên kapîtalîst bi destek dayîna zihniyeta netewe-dewlet, hem ji milê nîjatperestî û hem ji milê olperestiyê ve faşîzma dîktatoriyê di asta jor de dimeşînin. Ev di keseyeta DAÎŞ û komên tûndraw de şênber dibe û derdikeve holê. Çawa ku komkujiyên hovane yên li derveyî pîvanên mirovahiyê li ser gelan dikin û ji bingeh ve qirkirina çandan pêk tînin. Ev erîşên ku îro pêk tên di milê hêzên kapîtalîst de armanca wan tinekirin û qirkirina çandên dîrokî yên hezar salan e.”


‘Newroz heqîqetê îfade dike’

Lava, da zanîn di nava çanda civakê de nexasim çanda jinê hedef tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew yek nîşan dike ku ev êrîşên îdeolojîk, dîrokî, siyasî û civakî ne. Ev jî li ser gelên Rojhilata Navîn tên meşandin in. Çawa ku di dîrokê de her tim ev herêm bûye armanca êrîşan. Ji ber ku erdnîgariya Mezopotamya gelek dewlemend û dergûşa mirovahiyê ye. Ev cih cihê derketina şaristaniyê ye, kaniya jiyanê ye û hêlîna çanda xwedevanda ne. Dema mirov li ser van rastiyan hûr dibe girîngiya Newrozê çîqas van heqîqêtan îfade dike dibîne. Ji ber ku Newroz roja têkoşînê ye û serhilderê yên a dagirkeriyê ye. Newroz berxwedana gelan û zilmên ku li ser heqîqeta gelan hatiye çêkirin e. Pêngav û sembola azadiyê ye. Ji bo ku hemû gelên herêmê bi reng û çanda xwe bi hev re bin û her wiha azadî û wekhevî li ser bingeha jiyana hevbeş pêş bikevin.”

‘Newroz sembola yekbûna gelan e’

Endama Kordînasyona KJK´ê Lava, bal kişand ser manîfestoya Şarîstaniya Demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd bi pêş xistiye û her tim hewil daye li ser esasê felsefeya jiyana azad nêzî heqîqeta Rojhilata Navîn bibe û got; “Carekê din gelên Rojhilata Navîn li ser kokên xwe ji nû ve zayînê bikin û vegerin ser heqîqeta xwe û bibe kaniya jiyanê. Ev heqîqet di sala 2013’an de ji aliyê Rêber Apo ve bi peyama Newroza Amedê hat dayin. Ev bi tevahî cîhanê hat dayîn rastiyên heyî şênber bû. Çawa Newroz sembola yekbûna gelan e û hemû netewe, bawerî bi hev re di nava jiyana hevbeş de di sîstema netewa-demokratîk de bijîn. Bi vî awayî heqîqeta Newrozê bi wate dibe û navaroka wê tê dagirtin.“


Ji Mezlûman heta Semayan

Jiyan Lava, di dawiya axaftina xwe de îşaret bi tecrîdkirina Ocalan kir û got; “Ev zêdetirî 11’e mehan e ku hevdîtin çênebûye, agahiya me ji Rêbertiya me nîne. Metirsiyên cidî li ser jiyana Serok Apo hene. Di milê hiqûqî, ewlekarî û tenduristiyê de ewlehî qet nîne. Ev tecrîd li derveyî qanûn û mafên mirovan e. Ji bo azadbûn û rakirina tecrîdkirina Rêbertiyê divê jiyana Rêbertiyê misoger bikin. Divê gelê Kurd û gelên herêmê, di serî de jî jin, têbikoşin. Çawa  ku heval Sema bû pireyek di nava 8’ê Adar û Newroz’ê de, Mezlûm Dogan jî bûye kela berxwedanê û ronahiya  agirê Newroz’ê. Bi vê wate û bi vî rihî em bi têkoşîna xwe, sîstema xwe ava bikin, her wiha hemû jinên li meydanên çalakiyê, divê bi xurtkirina rihê berxwedanê di asta herî jor de vê pirê bi hêz bikin û pêşengtiya berxwedanê bikin.”                                                                                                                                            


DELÎLA GABAR/BEHDÎNAN