Şiyê



Îsal hîn bi coşeke mezintir li seranserê cîhanê gelê Kurd û dostên Kurdan cejna Newrozê pîroz kirin. Newroz ji hemû salan cudatir ji hêla peyam, rengdayîn û wateyê ve deng veda. Careke din rastî û hêza gelê Kurd di hêla pêşengiya têkoşîna li dijî zilmê, zordarî, neteweperestî û hemû paşverûtiyên pergala hukimdaran raxist ber çavan û êdî ti kes nikare xwe li vê rastiyê kerr bike û wê înkar bike. 

Çawa ku di dema împaratoriya Asûrî de li hemberî Dehak Kawayê Hesinkar serî rakir û gelê Asûr jî di nav de hemû gel ji zilmê rizgar kirin. Paşê pergalek li ser bingeha federasyona qebîleyan çêkir û bi vê tifaqa siyasî jiyaneke hevbeş ava kir. Paşê hemû gelên li Mezopotamyayê cejna Newerozê weke cejna xwe ya azadiyê pejirandin û ev kevneşopî heya roja îro anîn. 

Careke din neviyên Kawayê Hesinkar li ser erdnîgariya Mezopotamya pêşengiya çanda berxwedanê û têkoşînê dikin, bêyî ku cudahiyekê bixin navbera çand, netewe, ziman, nasname, bawerî û zayendan. Ji bo rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad, kar dikin û herêmê ji Dehakên demê DAÎŞ’ê rizgar dikin. Li ser vê axa tê rizgarkirin, jiyanek bi biratî, wekhevî û demokratîk ava dikin. Bi gotineke di cih de, ronesansa Rojhilata Navîn diafirînin.

Newroza 2017’an li çar parçeyên Kurdistanê tijî peyamên girîng û bi wate bû. Ne tenê weke rojeke cejnê, roja serhildan û berxwedanê û pênasekirina helwêsta xwe ya siyasî bû ev sal. Weke her carê Amedê xwe bi rengê Çiyager û Nûcanan xemiland û gotina fermandarê xwe li erdê nehişt ku digot, “çi dibe bila bibe, dawiya wê dê mûhteşem be” ji nava dilê Amedê û tevahiya Kurdistanê, ji pergala tek û yekan re dengê NA bilind bû. Li başûrê Kurdistanê li dijî xiyanet û hevkariyê dengê NA bilind bû. Li rojhilatê Kurdistanê ji pergala miletî û sêdaran re dengê NA bilind bû. Li rojavayê Kurdistanê jî peyama “bi ruhê federasyona bakurê Sûriyê, em berxwedana bakurê Kurdistanê silav dikin”, bilind bû. Di bin vê dirûşmê de li tevahiya rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hemû pêkhateyên li ser vê erdnîgariyê, bi reng û çanda xwe beşdarî Newrozê bûn û gotin, Newroz cejna hemû gelên Mezopotamyayê ye. Weke Newroza biratiya gelan û jiyana hevbeş a di bin banê pergala federasyona demokratîk a bakurê Sûriyê de pênase kirin. Ruhê ku ji çeper û eniyên şer ên berxwedanê bi pêşengiya hêzên QSD û bi taybetî jî YPG û YPJ´ê bilind dibe, teyisand meydanên pîrozbahiya Newrozê. 

Hemû meydanên Newrozê bi wêneyên şehîdên azadî û rêberên gelên bindest û neteweya demokratîk hatibûn xemilandin. Ji 7 salî heta 70 salî bejna xwe bi cil û bergên xwe yên neteweyî xemilandin û çanda xwe Newroz dewlemend kirin. Deverên weke Minbîc, Girê Spî qada Şehîd Ezîz, gundewarên Reqa wateyeke cuda bi zimanê Erebî, Tirkmenî, Çerkezî û Kurdî dan Newroza îsal. Ji hemû hêzên dagirker û hevkarên wê re dan diyarkirin ku êdî Mezopotamya li dîrok û reseniya xwe vedigere û lê xwedî derdikeve. Êdî Newroz ne tenê weke rojeke cejnê weke hemû rojên di salê de bi berxwedanê bi wate kirine. Êdî hemû gelên herêmê, li şûna teslîmiyetê berxwedan, li şûna asîmîlasyonê vegera ser koka xwe, li şûna revê û koçberiyê bi şer re jiyîn û bexwedan hilbijartiye. Ji ber ku van gelan êdî tehma azadiyê kir, êdî kes nikare wan ji ser şopa heqîqet û azadiyê vegerînê. Ji ber ku Newroz bû dengê jiyana hevbeş û biratiya gelan.