NÎZAM BARAN / KOLN
Pîrozbahiya navendî ya Newrozê ya li Elmanyayê îsal jî wê li bajarê Frankfurtê pêk bê. Rêxistin û saziyên Kurdistanê 28´ê Sibatê bi daxuyaniyeke li Kolnê 28´ê Sibatê dabû zanîn ku şahiya Newrozê ya navendî wê li Frankfurtê çêbe.
Ji Komîteya Amadekar, hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (FCDK-KAWA) Emin Denîz, ji Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) komîteya Ewrûpayê Îbrahîm Alîpour, ji Partiya Îslamî ya Kurdistanê Sabri Eryigit û rêveberê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) Hussein Karim bang li xelkê kir da ku 21´ê Adarê beşdarî pîrozbahiya li Frankfurtê bibin.
Newroz wê bibe
Hevserokê FCDK-KAWA Deniz got, “Tevahiya amadekariyên Newrozê bi dawî bûne. Newroz wê di dema xwe de li Frankfurtê bê pîrozkirin. Bila xelkê me guh nede gotegotan. Destûr hemû hatine wergirtin. Bila milet rehet be. Heta ku komîteya amadekar daxuyaniyeke berevajî vê nede, bila guhê xwe nede ti gotegota.”
Di Newroza îsal de nûnerên CDU, SPD, Die Linke û partiyên din jî wê hebin. Deniz herî dawî got, “Em hêvî dikin Newroz bibe sedema serbestbûna Abdullah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî.”