RENES: Li bajarê Fransa Rennesê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi meşeke bi meşaleyan Newroz hat pîrozkirin.
Çalakiya li meydana Le Blosne dbi beşdariya 600 kesî meş hate lidarxistin. Çalakiyê bi mitînga li Meydana Sarah Bernard bi dawî bû.
MELBOÛRNE: Li bajarê Awûstralya Melboûrne, bi sedan kes bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda NAV-KURD’ê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan. Ji rêveberiya NAV-KURD’ê Başak Gel, nivîskar Alîson Bûrkley û li ser navê Komeleya Rojhilatiyên Kurdistan ên Welatparêz Alî Rahmanî di pîrozbahiyê de axivîn.
ROMA-MÎLANO: Li paytexta Îtalya Romayê bi beşdariya 1500 kesî Newroz li hewşa Komeleya Ararat hat pîrozkirin. Li bajarê Mîlano, bi heman armancê bi qasî 2 hezar kes ber bi Konsolosxaneya Tirk meşiyan û faşîzma AKP’ê şermezar kirin. Li meydana Paça ya bajarê Parma jî di pîrozbahiya Newrozê de berxwedanên Rojava, Sûr, Cizîr û Nisêbînê hatin silavkirin.
KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî agirê Newrozê hat dadan. Di pîrozbahiya li Komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de serhildanên li Kurdistanê hat silavkirin.
GRAZ: Girseya gel a duh saet di 17:00 de li Grîesplatzê li hev civiya, li ber stranên Kurdî govend gerand. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî berxwedana Kurdistanê’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin qîrîn.
BRÎGHTON: Li bajarê Îngîlîstan Brigtonê jî coşa Newrozê hebû. Pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk a Sûssexê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Koma Zelal di pîrozbahiyê de derket ser dikê û stranên xwe yên li ser berxwedanên Kobanê û Cizîrê pêşkêş kir.
NEW YORK: Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Komeleya Amerîka Kurd (Amarican Kurdish Association, AKA) ve hat organîzekirin û ji New Jersey û New Yorkê zêdeyî 400 kes beşdar bûn. Keça Mûrray Bookchîn Debbîe Boockchîn jî li pîrozbahiyê axivî, Rojava silav kir û diyar kir, ku ew bawer e wê şoreş bi ser bikeve. Nivîskar, akademîsyen û ji şêwirmendên berê yê Qesra Spî yê li ser Rojhilata Navîn Davîd Phîllîps jî destnîşan ir, ku azadiya Kurdan di mayîndebûna aştiya li herêmê de şert e.
MOSKOWA: Li paytexta Rûsya Moskowayê, Kurdan û dostên wan Newroz pîrozkirin. Gelên Kafkas, Asya Navîn û Rojhilata Navîn bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya ku ji aliyê Şaredariya Moskowayê ve hat organîzekirin, li salona VDNX fûarê pêk hat. Koma zarokan bi dansên xwe reng dan pîrozbahiyê.
NAVENDA NÛÇEYAN