Ismet Şêx Hesen li ser berxwedana ku dom dike û amadekariyên Newrozê hin agahîyan da. Şêx Hesen diyar kir ku heta ku herêma Kobanê bi temamî bikeve bin ewlehiya wan de wê, hemleya rizgarkirinê dom bike.
Hesen destnîşan kir ku şerê Kobanê ne tenê şerê 6 mehan e û wiha dom kir: “Şerê beriya du salan e. Lê di êrîşên dawiyê de çeteyên DAIŞ’ê hemû hêza xwe kom kir. Di berxwedana 6 mehan de bi saya şehîdên wekî Arîn û Kendalan, hemleya paqijkirina bajarê dest pê kir û niha jî hemle derbasî gundan bûye. Em ê di demên pêş de mizginiya rizgarkirina tevahiya Kobanê jî ragihînin.”
Gel roj bi roj vedigerin
Hesen, da zanîn ku bi saya şervanên YPG/YPJ’ê gel ji koçberiyê xilas bûye û wiha got: “Gel rojane vedigere warê xwe. Pêwîste êdî gel jî bi her awayî tevlî berxwedanê bibe û li tenişta şervanan parastina xwe bike.”
Serokê Desteya Parastinê şêx Hesen bal kişand ku wê Newroza îsal di rewşe wiha de bê pîrozkirin û wiha pê de çû: “Newroz hebûna gelê kurd dide diyarkirin. Newroza îsal a Kobanê wê ne weke ya her sal be, dê xwedî dengvedaneke mezintir be, dê cîhan tevahî pê bihese.”
Hesen anî ziman ku dê îsal Newroza Kobanê xwedî wateyek cuda be û got ku ji pêkhateyên ereb û asurî tevlîbûna pîrozbahiyê dê wan keyfxweş bike.
ANHA/KOBANÊ