Şahiyên Newrozê li rojavayê Kurdistanê vê salê bi heybet bûn. Li 10 bajaran bi sedhezaran xelkê rojava li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Tevî hemû bangên baykotkirina şahiyan ku ji aliyê hin hêzên Kurd ve hatin dayin, bi hinceta „nîşandana piştgirtiyê bi serhildana gelê Sûriyeye re“ û „derbirîna xemgîniyê li ser şehîdên serhildanê“, lê dîsa jî şahiyên mezin û bi heybet hatin lidarxistin.
Tiştê balkêş di van şahiyan de berzkirina alên Kurdî û sembolên tekoşîna gelê Kurd bûn. Gel xwedî moralekî mezin û bi xwe bawer bû. Ji hemû şahiyan dîmen hatin girtin û ji bo Tv yên Kurdî hatin şandin. Bi taybet televizyona Ronahî tv deqe bi deqe dîmenên ji Newrozên Qamişlo, Efrîn, Kobanî û Helebê diweşand.
Di warê rêk û pêkirina şahiyan de pêşketin hebû. Bi dehan ciwan wek parastin û organîzetor kar dikirin û dora cihê şaiyê diparqastin. Ev tîmên parastinê rê li ber gelek provokasyonan girtin. Bi taybet hin aliyên girêdayî rejîmê li bajarêr Hesekê xwestin şahiya Kurdan têk bibin, lê ciwanên Kurd ev hewledana wan beravêtî kirin. Li Qamişlo şahî di meydana Şehîd Xebat lidar ket. Ev meydan ji aliyê Meclisa Gel a Qamişlo hatibû amede kirin. her weha 5 şerîketên Bussan yên Kurdan biryar dan ku bi hezaran miletê bajêr û gundên derdor bînin cihê şahiyê. Ev gavek baş bû û kêfxweşiyek durust kir.
Hûnermendên Kurd yên ku ji Ewropa hatibûn rojava gel kêfxweş kirin. Moralek dan. Jixwe beriya vê yekê jî şahiyên Newrozê ku li bakur lidarketin, bi taybet li Amedê, hêza berxwedanê ya xelkê rojava xurttir kir.
Newroza Helebê gelekî mezin bû. Hema mirov dikare bêje nêzî 200.000 kes li wir amede bûn. Heleb bûye navenda tevgerek mezin ya Kurdistaniyan. Rêxistin li wir çalak e. Jixwe beriya demekê ciwanên Kurd dikaribûn hin malbatên nêzî rejîmê ji taxên Kurdan biqewirînin û tola qetilkirina jina Kurd a bi navê „Gulê Selmo“ hilînin. Îro Kurd li Helebê vaktorekî xurt û xwedî bandor in, ne tenê bandorê li rewşa Kurdan dikin lê her weha li tevahiya serhildana Sûriyeye dikin.
Li Hesekê jî şahiyek mezin hebû. Wek em dizanin Hesekê bajarekî ne xurû Kurdî ye. Miletê ereb û asûrî jî hene. Li vir dawet ji bo ereb û asûriyan jî hate şandin. Xweşkirina têkiliyên di navbera Kurdan û miletê din de gelekî girîng e. Divê danûstendin hebe da ku rê li ber mudaxeleya rejîmê bête girtin.
Şahiyên Newroza 2012 an hêza gelê Kurd li rojava nîşan da. Her weha hêza PYD û TEV-DEMê jî xuya kir. Tevî hemû bangên baykotkirinê yên ji aliyê hin hêzên Kurdî ve hatin dayin, lê dîsa jî Kurdan girêdana xwe bi Newrozê re nîşan dan û bi vê yekê Newroz ne wek şahî û seyran, lê wek berxwedan û derfeta berzkirina hebûn û vîna Gelê Kurd diyarkirin. Her weha Kurdan piştigrtiya serhildana gel a Sûriyeye jî kirin û silavên xwe ji vê Serhildanê re şandin.
Newroza rojava bihna berxwedan û tekoşînê jê dihat. Nîşandayinek xurt bû. Wefadariyek bi hemû şehîden roajav re bû. Di vê Newrozê de xuyabû ku gelê Rojava wek salên 80 î û 90î tam girêdayi tevgera azadî û tekoşîna Kurdistanê ye. Vînek weha diyar bû. Name jî gihîşt her kesî…
Newroza rojavayê Kurdistanê