Koma erbanê, koma mûzîkê û koroya zarokan ên Navenda Çanda Semayê di Newrozê de li aAiriyê cihê xwe digirin. Mîtînga Newrozê 21’ê Adarê li Meydana Newrozê (Otoparka Şaredariyê) pêk tê.
Koma Zarokên Kawa ji zarokên temenê wan di navbera 8 û 12 salan de ava bûye û ji bo ku cara yekemîn dibe şahidê vê coşê. Ji ber vê yekê jî endamên wê di nav kelecaneke mezin de ne. Zarokên ku bi cilên gelerî yên reng bi reng beşdarî pîrozbahiyên navenda Agiriyê û navçeyên wê bibin dê li ser dikê stranên Newrozê û şoreşê bibêjin. Xebatkarê Navenda Çanda Semayê Guner Alptekîn ji welatiyan xwest bibin hevparê vê coşê û tevlî çalakiyên Newrozê bibib. Alptekîn bi bîr xist ku Newroz îsal xwedî derketina li berxwedanê ye jî.
AGIRÎ