Komeleya Euromority (Eurominority.eu) ya ji bo gelên kêm netew ên Ewropayê hatiye avakirin û Enstîtuya Kurdan a li Parîsê ji bo Kurdistanê nexşeyeke nû amade kir. Komeleya Eurominority bal kişand ser pirgirêka gelê Kurd û mafê gelê Kurd yê bingehîn û xwezayî û diyar kir ku ew bi vê nexşeyê  dixwazin ku “Neteweya Çiyayê Agiriyê were nasîn”. Di nexşeyê de bajarên sereke yên Kurdan û çiyayên mezin, rûbar, golê Kurdistanê hatine bicihkirin. Komeleyê di nexşeyê de cihên ku li wir zaravayên cûda yên Kurdî tên axaftin destnîşan kiriye.
Di nexşeyê de sînorê Kurdistanê jî tê destnîşankirin û tê diyarkirin ku di sînor de ev bajar cîh digirin: Mereş, Elbîstan, Koçgiri, Erzingan, Erzirom, Qers, Îdir, Agirî, Makû, Urmiye, Mehabad, Bicar, Kirmaşan, Îlam, Xaneqîn, Kerkuk, Mûsil, Qamişlo, Efrîn.
Di nexşeyê de navên çiya û golên li Kurdistanê jî bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin.
Komeleya Neteweyên bê Dewlet û Kêmnetewên Ewropayê di sala 1999´an de ji aliyê Mikael Bodlore-Penlaez ve hate avakirin. Eurominority, li Ewropayê xwedî tevnek berfireh e û gelek nûçegihan û lêkolînerên ku li ser gelan xebatê dimeşînin tê de cîh digirin. Eurominoriy.eu bi vê yekê li ser malpera xwe ya fermî a bi navnîşana www.eurominority.eu  bi 30 zimanan weşanê dike. Postera Nexşeya Kurdistanê li ser malperê jî bi rêya înternetê bi bûhayê 11 euroyî tê firotin. 

ANF/STRASBOURG