Li gel ku heta niha nêzi 600 girtiyên nexweş li girtîgehan hene û nayên berdan nexweşên din tên girtin û hêjmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Welatiyê bi navê Murat Arici yê ku 17 salin bi nexweşiya gurçikê ye û bi cîhayê diyalîzê dijî heta niha 2 caran emeliyata gurçikê bûye. Ji ber nexweşiya gurçikê neçare hefteyê 2-3 caran biçe bi makineya diyalîzê derman bibe. Murat Arici, di 25'ê Nîsanê de hat girtin û şandin Girtîgehatîpa E ya Rihayê û 4 roj berê jî sirûnî Girtîgeha Cizîrê hat kirin. Hat zanîn ku bi îdîaya di sala 2004'an de tev li er bûye ketiye nava hewldana kuştina mirovan, rastî cezayê 7 salan hatibû. Pişti dadgeha bilind cezayê Arici erê kir û şûnde Arici yê 33 kalî ku 37 kilo ye hat girtin û şandin girtîgehê. Birayê Murat Arici Mehmet Arici bertek nîşanî girtina birayê xwe da û anî ziman ku li gel ji sedî 92 rapora wî ya nikare kar bike heye jî dîsa hat girtin û şandin girtîgehê. Arici, da zanin ku birayê wî 4 roj berê ji Rihayê sirgûnî Girtîgeha Cizîrê kirin û wiha aivi: "Ger ku tiştek bi serê birayê min de bê dewlet berpirsiyar e. Arici, daxuyand ku dema birayê wî li Rihayê bû xwarina diyetê nedida wan û 2 mehin bi buskiviyan dijî.
Arici, da zanîn ku wî ji Serokomar re name şand û di bersiva daxwaznameyê de hat diyarkirin ku daxwazname ji Wezareta Dadê re hatiye şandin. Arici, daxuyand ku piştre wî ji Wezareta Dadê re daxwazname şand, lê wan jî got biçin Dozgeriya Komarê ya Rihayê û wiha got: "Min daxwazname ji Serokwezîr, Wezirê Tenduristiyê û hemû rayedaran re nivîsand. Li gel ku birayê min ji sedî 92 nikare kar bike jî dîsa girtî ye û rewşa wî nebaş e.
Bavê Murat Arici Celal Arici jî berttekên xwe anîn ziman û diyar kir ku kurê wî 17 salin nexweşê diyalîzê ye. Bav Arici, da zanin ku piştî kurê wî hat girtin Nexweşxaneya Zanîngeha Antalya di nava 5 rojan de 2 gurçik ji kurêwî re dît, lê ji ber ku kurê wî hatibû girtin nikaribû biçe gurçikên xwe biguhere. Arici, destnîşan kir ku kurê wî di doşeka mirinê de ye û bi vî halê wî ew sewqî Girtîgeha Cizîrê kirin. Dayika Arici, jî bertekên xwe anîn ziman û xwest kurê wê serbest bê berdan.
Malbatê serî li Şaxa MAZLUMDER'ê ya Rihayê dan. Seroka MAZLUMDER'ê ya Rihayê Meral Dervîşoglu, anî ziman ku wan bi Walîtiya Rihayê re hevditin kiriye û dê di hefteya pêş de dîsa Arici binîn Rihayê.
DÎHA/RIHA