Îsmet, diyar kir ku piştî 2 welatiyên Duhokê çûn serdana Ranyayê tendirustiya wan xirab bû û got “Li nexweşxaneya Hewlêrê ev kes tehlîlên wan yên pêwîst hatin kirin. Di encam de eşkere bu ku van kesan bi nexweşiya kolera yê ketine.”
Dr. Nizar Îsmet aşkere kir ku sedema vê nexweşiyê vexwarina ava qirêj buye û wiha axivî: "Jina 27 sali ya li bajarê Duhokê jiyana xwe ji dest da ji berê de jî hin nexweşiyê xwe yên din hebûn. Ji ber van nexweşiyên wê bijîşkan nekariye çareseriyên pêwîst deynin. Di mehekê de 2 kesan ji ber nexweşiya kolerayê jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes hîn jî bi heman sedemê têne derman kirin.
DUHOK