Heyva Sora Kurd bi merasîmekê nexweşxana Kobanê vekir. Di merasîmê de endamên saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, bijîşk û bi dehan şêniyên bajêr amade bûn.
Rêveberê Heyva Sor, Neisan Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku piştî ku êrîşên DAIŞ’ê pêk hatin û beşek mezin ji binesaziya bajar hat xerabkirin û di nav de nexweşxane û navendên tenduristiyê, pêwîstiya Kobanê bi vekirina nexweşxane û navendên tenduristiyê hebû.
Di encamên êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser bajarê Kobanê de ku 133`ê rojan dewam kir û gihîşt navenda bajêr, sê nexweşxaneyên heyî li herêmê zirarên mezin dîtin. Didu jê bi temamî hatin rûxandin.
Rêveberê Heyva Sor, Ehmed bal kişand ser rola rêxistinên cîhanî ku desteka alîkariyê dan wan û alavên tenduristiyê bexişandin. Di serî de jî rêxistina UNICEF û bijîşkên sînornenas. Her wiha Serokê Desteya Tendirûstiyê Hikmet Ehmed jî vekirina nexweşxaneyê li hemû welatiyên kantonê pîroz kir.
Derfetên nexweşxaneyê
Rêveberê nexweşxaneyê Bijîşk Mihemed Fadil da zanîn ku di nexweşxaneyê de biranşên hundirîn, zarok, emeliyat, hestî û labaratuwar hene. Dîsa 40 textên tendirustiyê jî ji bo nexweşan hene. Her wiha dê di nexweşxaneyê de 6 bijîşkên hundirîn li ser du danan û 24 seatan, bijîşkekî zarokan, yekî hişbirinê û şeş alîkarên wî, 15 berdestên bijîşkan û 10 xebatkarên tendirustiyê, bixebitin.
KOBANÊ