EHMED KEMIYAN / ANHA / EYN ÎSA


Yekemîn car e ku di dîroka navçeya Eyn Îsa de hejmarek ji bijîşkan li navenda navçeyê nexweşxaneyeke taybet vekir.

Hejmarek ji bijîşkên taybet bi hevkariya Navenda Tenduristiyê ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê ji bo ku çûnûhatina şêniyên ku ji bo dermanbûnê diçin deverên din û zehmetiyan dibînin,  kêm bikin nexweşxaneyeke taybet, vekirin.

Piştî ku navçeya Eyn Îsa ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hate rizgarkirin, gelek kesên jîr û jêhatî ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ji warên xwe derketin, vegeriyan warên xwe û jiyan jinûva vejandin.

Di vê çarçoveyê de, 5 bijîşkên taybet û bi hevkariya Navenda Tenduristiyê ya Girê Spî nexweşxaneyek vekirin. Di nexweşxaneyê de gelek alavên tenduristiyê hene.

Nexweşxane ji bo dermankirina şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên Reqayê, wê 24 saetan bixebite. Di nexweşxaneyê de 15 textên ji bo nexweşan hene.



Di nexweşxaneyê de 4 bijîşkên pisporên jin, zarok û nexweşiyên hinavan hene. Her wiha di nexweşxaneyê de du odeyên emeliyatê, dermanxaneyek û ambulansek ji bo veghustina nexweşan li deverên din, hene.

Bijîşkê ku li nexweşxaneya Eyn Îsayê dixebite Salih Şewax got, hebûna nexweşxaneyeke taybet li navçeya Eyn Îsa, gundewarên wê û beşek ji gundewarên Reqayê, gelekê girîng e da ku kesên nexweş zû werin dermankirin û zerar negihêje wan.