Gelê Kurd çand û dîroka xwe bi pirranî bi stran, ango bi şêwazên wêjeya devkî rave kiriye. Ev li van şêwaz û awazan, li van cureyên edebî, weke çîrokan hatiye guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. Dengbêjê (ya rastî şairê) herêma Botan ê bi navê Evdilayê Goyî ku sala 1985’an ji ber zextên dewletê neçar ma cih û warê xwe biterikîne û li Mêrsînê bi cih bibe, li ser çand û hunera Kurdî, rola dengbêjiyê (şairiya devkî) ji ajansa me re nirxand û diyar kir ku dengbêjî neynika çanda Kurdan e.

 

‘Koçberiyê berê min da dengbêjiyê’

Dengbêj Evdilayê Goyî anî ziman ku dema wan koçî bajarê Mêrsînê kir jî hîna ew ne dengbêj bû û weha axivî: “Dema ku em li Mêrsînê bi cih bûn, êş û dûrketina welat jî zêde bû. Wê demê gundê me ji aliyê dewletê ve hatibû xerabkirin û welatê me hatibû wêrankirin. Dûrketina ji welat û hesreta salan berê min da dengbêjiyê.”


 ‘Dengbêjî ruhê çandê ye’

Evdilayê Goyî li ser girîngiya dengbêjiya Kurdî jî axivî û weha pêde çû: “Denbêjî ruhê mirovahiyê ye û ruhê çandê ye. Heger civak heya roja îro karîbe çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin ev bê guman bi riya dengbêjiyê pêk hatiye. Rast e, îro teknolojî bi pêş ketiye û mixabin dengbêjiya kevin hêdî, hêdî  bandora xwe ji dest dide. Wekî din, nifşê nû li gorî nifşê kevin pir zêde elaqe nîşanî çanda dengbêjiyê nade, ev jî dibe sedem ku ev çanda me ya bi hezaran sal bi nemanê re rû bi rû bimîne.”

 

Stranên bihestiyar

 Evdilayê Goyî di asta hunera Kurdî de rola dengbêjiyê nirxand, da zanîn ku dengbêjî neynika çand û hunera Kurdî ye û weha dewam kir: “Dema em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin, gelekî bi hestiyar dibin. Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikarin, xwe îfade bikin. Mirov nkare miletekî bê çand tesewir bike. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Mirov dikare hertiştî di nava dengbêjiyê de bibîne. Di dengbêjiyê de evînî, lehengî, serhildan, xweşikbûna xweza û welat heye.”

 

Ruhê dengbêjiyê yê Kurdan

Evdilayê Goyî da zanîn ku di her mirovekî Kurd de ruhê dengbêjiyê heye û weha axaftina xwe domand: “Divê her Kurd xwedî li ruhê xwe yê dengbêjiyê derkeve. Heger min dengbêjiya xwe nedaba der wê demê min xiyanet li welatê xwe bikira. Ji bo vê yekê jî ez bang li tevahî ciwanan dikim ku cihê xwe ligel dengbêjan bigirin û xwedî li çanda xwe derkevin.”

 

Li ser Şengal û Cizîrê klam

Dengbêj Evdilayê Goyî diyar kir ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê û berxwedana Cizîra Botan de wî du klamên dengbêjiyê çêkirine û got: “Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê de bi hezaran welatiyê me hatin şehîdkirin û bi sedan ji li çiyayan, bê av û bê nan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê yeke min xwest vê fermana 73’emîn bi klaman bibîrbînim. Wekî din li warê berxwedanê, li Cizîra Botan destana egîd û lehengan hate nîvîsandin. Bi dehan welatiyên me di jêrzemînan de bi awayekî hovane hatin qetilkirin û şewitandin. Ji bo ve yekê jî min xwest vê lehengiyê bi awaza xwe îfade bikim.”


Evdilayê Goyî

Evdilayê Goyî sala 1968’an li gundê Hîlal ê ser bi navçeya Şirnexê Qilabanê hatiye dinyayê. Ew sala 1985’an ji ber polîtîkayên şer ên deweleta Tirk neçar dimîne koçberî Mêrsînê bibe. Koçkirina Evdilayê Goyî û hesreta wî ya welat dibe sedem ku Evdilayê Goyî dest bi xebatên denbêjiyê bike û sala 1990’î yekemîn albûma xwe ya ji klamên dengbêjiyê der dixe.


OMER ÎKE/ANF/AMED