Dengbêja jin Feleknaz Esmer çand û hunera kurdî û rola dengbêjiyê nirxandin û got, dengbêjî neynika çanda kurdan e. Dengbêj Feleknaz sala 1975´an de dest bi denbêjiyê kiriye. Feleknaz dibêje, dengbêjên navdar ên weke Meryem Xan, Fatma Îso, Eyşe Şan û Mihemed Arifê Cizîrî tesîr lê kirine. Feleknaz îşaret bi wê yekê dike ku berê ji ber desthilatdariya mêran weke jin wan nedikarî denbêjiyê bikin, lê piştî derketina holê ya têkoşîna azadiya gelê kurd êdî serdestiya mêran jî bi xwe re guherand û niha bi saya wan bi rehetî ew dikarin dengbêjiyê bikin.
‘Dengbêjî lêgerîna jiyanê ye’
Feleknaz dibêje, "Di rastiyê de dengbêjî neynîka çanda kurdî ye. Dengbêjî lêgerîna jiyanê û nexşandina jiyaneke nû ye. Dengbêjî ji bo kurdan weki arşiveke hunerê ya bi salane li ser vê axê mayî ye". Feleknaz xwest nifşên nû li ser dengbêjiyê hûr bibin û çanda dengbêjiyê li ser piyan bigirin.
‘Çanda ji derve ketiye nava çanda me’
Feleknaz bal kişand ser asta muzîka kurdî û wiha domand: "Asta muzîka kurdî li gorî berê gelekî ketiye, ji ber ku berê mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade dikrin: "Lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku xweşibandin çêbûye. Çanda bav û kalên xwe ji dest dane. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Bi taybetî di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda hîp hop, arabeskê."
‘Gel bi çanda xwe hene’
Feleknaz da zanîn ku dema ew kilam û stranên dengbêjiyê dibêje gelek hestiyar dibe û wiha pêde çu: “Hemû gel bi çanda xwe hene. Bi çanda xwe dikare xwe îfade bike. Tu gel bêçand nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan."
JINHA / AMED