Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê El Exzer El Îbrahîmî ku di der barê rewşa dawî ya Sûriyeyê li Cenvreyê civîna çapemeniyê lidar xist. Îbrahîmî li ser civîna Cenevre-2 got ku hîn wan lîsteya hêzên dê beşdarî civîna Cenevre-2 ku dê der barê Sûriyeyê de bê lidarxistin diyar nebûye. Li ser pirsa gelo dê Îran û Erebîstana Sîûdiyê tevli civînê bibin an na, El Îbrahîmî wiha bersiv da: "Me hîn lîste amade nekiriye, lê nemîsogere ev herdû dewlet dê di civînê de cihê xwe bigrin."
Tê payîn ku El Îbrahîmî di 20'ê kanûnê de der barê civîna Cenevre-2 de bi nûnerên Rûsya û Amarîka re bê cem hev. El Îbrahîmî ji rêjîmê û hêzên opozîsyonê xwest ku şîdeta li Sûriyeyê bidin rawestandin.
Artêşa Hur a Sûriyeyê beşdar nabe
Ertêşa Hur a Sûriyeyê diyar kir ku, beşdarî konferansa Cenewre-2 ya di 22’ê Çile tê li darxistin nabin. Generalê Artêşa Hur a Sûriyeyê Salîm Idrîsî ji kanal El Cezîre yê re axivî û da diyar kirin ku, hêzên girêdayî min beşdarî konferansê nabin.
Idris ragihand ku, derfetên li Sûriyeyê ji bo hevdîtinên çareseriyê nehatine afirandin û got: “Bi dirêjahiya Konferansê re û piştî konferansê dê pevçûnên me dewam bikin.”
Welatên Rojava ji piştgiriya Artêşa Hur a Sûriyeyê dikin û gelek hêzan digre nava xwe. Lê bêlê di roja Îniya borî de komên Îslamî jê veqetabûn û eniya xwe sazkiribûn.
CENEVRE/BEYRUT