Di vê civînê de serokê Koalisyona Niştimanî ya Sûriyeyê ku wekî beşekî girîng ji muxalefetê digire û piştgiriya xwe ji gelek welatên Rojava, Tirkiye, Qeter û Siûdiyê dibîne da xuyakirin ku ew dê di 1 û 2 meha pêşiya me de civînekê lidar bixin û biryara xwe ya tevlêbûna konferansa Cenevre-2 aşkera bikin.
Ji aliyekî din ve cîgira serokê Koalisyonê Suhêr el Etasî da xuyakirin ku wan di civîna Londonê de lihev kirine ku pêwîstî bi hikûmeteke demikî heye. Her wiha Etasî jî da xuyakirin ku cihê Beşar Esad dê di nava vê hikûmeta demikî de tune be.
Serokê Koalisyonê Ehmed el Cerba jî da xuyakirin ku ji bo konferansa Cenevre-2 bi ser bikeve pêwîstiya bi xalekê heye ku heke aliyek ji aliyên ku wê peymanê imze bikin li gorî peymanê tevnegerin Neteweyên Yekbûyî bikaribe benda 7 a peymana Neteweyên Yekbûyî li dijî wî alî were bikaranîn. Ango heke hikûmeta Sûriyeyê li gorî wê peymanê tevnegere dê rê li ber destwerdaneke leşkerî vekirî be.
‘Divê pêşî şer raweste’
Wezîrê Derve yê Amrîkayê John Kerry bersiva serokê Sûriyê Beşar Esad da ku gotibû: tu astengî li pêşiya namzetiya min a ji bo serokatiyê ya hilbijartinên 2014’an tune ye. Kerry bersiva Esad wiha got: Heya ku tu li ser deshilatê be şer dê raneweste û red kir ku helwesta welatê wî derbarê Sûriyê de hatiye guhartin.
CNN a Amerîkayê li ser zximanê Wezîrê Derve yê Amrîkayê John Kerry ragihand ku divê Beşar Esad li biryarên Kongreya Cinêv – 1 vegere ku ji vê xalê pêk tê: ‘Damezrandina hikûmeta demkî di navbera rêjîm û muxalefetê de pêk tê’.
Kerry got: Ez kesekî nas nakim ku bawer dike ku muxalefet wek beşek di hikûmeta nû de Esad bipejrîne, lê heke ew bawer dike ku dê arîşeyê çareser bike û xwe di hilbijartinan de bike namzet. Kerry got ku ew teqez dike ku heta Esad li ser desthilatê be dê ev şer û pevçûn ranewestin.
Derbarê guhertinên meydanî ku ne di berjewendiya muxalefetê de ye, Kerry got: Ev ne jiber Artêşa Sûriyê çê bûye, ji ber Hizbula û Îranê çê bûye ku ew ji bo parastina rêjîma Esad şer dikin, lewra guhertin çê bûne, lê ez bawer dikim ku dem hatiye êdî Netewên Yekbûyî (NY) li rêbazên nû bigere da ku digel vê rewşê danûstanan bike.
ŞAM