Cîgirê Wezîrê Karê Derva yê Rûsyayê Xînadî Galtîlof ku nûnertiya Rûsyayê di civînê de dikir bi daxuyaniyekê diyar kir ku di hevdîtinên şêwirmendiyê yên nûnerên Rûsya, Amerîka û NY ên derbarê Sûriyeyê de ku duh li Cenevreyê hate lidarxistin, hemû aliyan destnîşan kiriye ku pêwîste di zûtirîn dem de kongreya Cenevre 2. bê lidar xistin.

Galtîlof, destnîşan kir ku hîn gelek xalên ku bûne cihê pirsgirêkê ne hatine çareserkirin û got ku Rûsya mijara beşdariya Îran a di kongreyê de pir girîng dibîne ku, bandorê li çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê bike. Derbarê aliyên ku di kongreya Cenevre 2. beşdar bibin de Galtîlof wiha got:᾿̓ Aliyên ku di kongreyê de beşdar bibin di demên pêş de wê diyar bibe, ji xwe hukûmeta Sûriyeyê ragihand ku ew ê tevlî kongreyê bibin, lê hîna biryara hêzên muxalefetê ne diyare û Amerîka ji bo vê yekê di nava hewldanan de ye.᾿̓
Galtîlon, bal kişand ku Rûsya û Amerîka dê encama hevdîtinê li paytextên xwe gotûbêj bikin û di demên pêş de Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sîrgî Lavrov û yê Amerîka John Kerry dêbiryarên girîng bigirin û ev tişt got:᾿̓ Lavrov û Kerry dê di çarçoveya civîna Rûsya- Yekîtiya welatên Başûrê Rojavayê Asya li Beronaî bên cem hev.  Li aliyeke din jî nûnerê hevbeş yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban El Exder El Ibrahîmî li Sûriyeyê diyar kir ku, ne mumkine kongreya Cenevreyê 2. ya derbarê Sûriyeyê de di tîrmehê de bê lidar xistin, bang li Rûsya û Amerîka kir da ku çareseriyê ji pirsgirêkê re deynin. Ibrahîmî, derbarê civîna Dostên Sûriyeyê ku li paytexta Qeter Dewha hate lidarxistin û biryara piştgiriya muxalefetê ya çekan da zanîn ku, ev biryar ne di cihê xwe de ye û civîna hatiye lidarxistin ti bandora xwe li ser rewşa Sûriyeyê ya ewlekariyê ne kiriye. 

CENEVRE