NÎZAM BARAN MARSÎLYA Li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, karê dengdanê 5 roj li pey xwe hiştin. Li Marsîlya 20 hezar hilbijêr qeydkirî ne, lê hîna xelk pirr kêm diçe ser sindoqan. Koordînasyona Başûrê Fransayê ya HDP´ê bi bîr xist ku paşê ji ber xilbebûnê û pirsgirêkên muhtemel ên qeydiyan pirsgirêk dikarin bidin der û bang li hilbijêran kir ku zûzûka biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ji nûnerên HDP´ê yên Marsîlyayê Kemal Guler got, xelk kêm diçe ser sindoqan û li ser hewldanên ku pê xelkê bibin ser sindoqan jî got, “Koordînasyona Marsîlya wê bi lezgînî bicive. Li ser rê û rêbazan em ê serê xwe biêşînin. Ji bo ku xelk bê û dengê xwe bide em ê xebatan bimeşînin.” AKP hîleyan dike Di hilbijartinên beriya niha de HDP bûbû partiya yekemîn. Lê vê carê ji bo AKP bibe partiya yekemîn xebateke bêhtir bi rêk û pêk bi rêve dibe. Ji bo ku xelkê ji bajarên dûrî Marsîlayayê bibe ser sindoqan otobus kirê kirine. Li aliyê din yekşema bihurî, berpirsê sindoqa hejmar 3 hilbijêr teşwîq kirin ku dengê xwe eşkere bi kar bînin; vê yekê rê li ber minaqeşeyan vekir. Hem HDP´ê û hem jî CHP´ê îtîrazî vê yekê kir. Ji şahidên bûyerê, ji nûnerên HDP´ê li Marsîlyayê Kemal Guler got, wan derheqê berpirsê sindoqê de girtename nivîsandiye. Guler got, ew destûrê nedin bûyerên bi vî rengî û hîle û dek û dolabên din. Guler wekî din îşaret bi organîzebûna AKP´ê jî kir û got, “Ev qas derfet û îmtiyazên wan hene, û ew evqasî elaqedar in. Divê mazlûm ji bo ku ev hikûmet êdî biçe, çi ji destê wan tê, bikin.”

Malbata Emîn: Dengê me ji HDP û Demirtaş re

Li aliyê din HDP´yiyên ku ji bajarên Montpellier û Draguignan bi derfetên xwe xwe gihandin Marsîlya û dengê xwe dan jî dîmenên xweşik û rengên derxistin holê. Malbata Emîn a ku ji bajarê Frejus berê xwe dayî Marsîlyayê ji bo ku dengê xwe bidin, got, ew ê “Dengekî bidin HDP´ê û dengekî jî bidin Demirtaş.”

Ciwan HDP´ê tercîh dikin

Di van hilbijartinan de ciwanên ku ev cara yekê ye dengê xwe didin, li Marsîlyayê HDP´ê tercîh dikin. Keça ciwan Zîlan Topçu ya ku ji 150 kîlometroyan dûr, ji bajarê Draguignan çû Marsîlya û dengê xwe da, got, wê dengê xwe daye HDP´ê. Bavê wê jî got, ji bo benda hilweşînin, wan dengek daye HDP´ê yek jî daye Demirtaş.

Ji ne HDP’yiyan jî deng bixwazin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, “Ji bo gelên me ji desthilatdariya AKP-MHP a faşîst rizgar bibin, ev hilbijartin firsendek e. Firsenda wê yekê ye ku hesab ji Tayyîp Erdogan ê dest bi xwîn û hevkarên wî bê pirsîn.” AKP´ê ji Kurdistanê bibin Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi bîr xist ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de AKP li bajarên Colemêrg, Îdir, Agirî, Şirnex û Dersimê ji binî ve ji holê hate rakirin û got, “Hejmara bajarên bi vî rengî pêwîst e, di vê hilbijartinê de zêdetir be. Li bajarên me Wan, Amed, Bedlîs, Mûş û Sêrtê jî divê AKP tine bibe. Em dikarin vê bikin.” KONGRA GEL destnîşan kir ku divê ji bo serketina HDP’ê her kes bi rengekî seferberiyê bixebite û got, “Dengdayîn tenê têrê nake. Divê em karibin li her cihî xwe bigihînin mirovan û wan qanih bikin. Ne tenê hilbijêrên HDP’yî, divê em xwe bigihînin her kesî. Ji ber ku derbaskirina HDP’ê ji bendê, derbasbûna hemû demokrasîxwazan a ji bendê ye. Lewma divê em ji hilbijêrên ne HDP’yî jî daxwaza dengan bikin.” KONGRA GEL daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Em bang li gelên xwe yên li welatên Ewrûpayê, Awusturalya, Kanada, Emerîka, Federasyona Rûsya, Japonya û welatên din dikin: Dem ew dem e ku li ser sindoqê em hesab ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin. Dema hesabpirsîna ji zilm û komkujiyan e. Dema têkbirina faşîzmê ye. Ji bo vê, em bi ruhê seferberiyê bixebitin û teqez bi ser bikevin.” NAVENDA NÛÇEYAN