
Li Hannoverê salvegera PKK´ê bi şahiyeke heybet hat pirozkirin. Kurdên li Hannover, Celle, Nienburg, Walsrode, Hamelnê dijîn beşdarî pîrozbahiyê bûn. Bêhtirî hezar û 500 kesî beşdarî pîrozbahiya li bajarê Nienburg bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi Koroya Zarokên Rojê dest pê kir.
Di çahiyê de li ser navê Kongra Civaka Demokratîk a Kurd li Ewrûpayê (KCDK-E) Tahir Koçer Axivî û got damezirîna PKK’ê li dijî zilm û zordariya serdestan e û wiha dewam kir: "Gelê Kurdistanê îro, di têkoşîna dijî du hêzên faşîst ango AKP û DAIŞ’ê de bi awayekî ku ji hemû gelan re bibe mînak şerê berxwedanê dikê."
Wekî din HDK-Hannover, PYD, Nav-Yek, Tevgera Jin, Ciwanên Azad jî peyamên pîrozbahiyê şandin.
Pîrozbahî bi govenda Koma Şehît Serhad, sînevizyon, helbest û muzîka hunermend Xemgîn Bîrhat, Narîn Xan, Genco Matyar, Koma Volkana Şoreşê, Necat Baysal, dengbêj Emînê Hemdanî, Bavê Ronî û Aydin Amera dewam kir.
HANNOVER